Li herêma Kurdistanê heta niha 337 kes bi Koronayê ketine, 4 jî mirine

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi Koronavîrusê  ketine gihiştiye 337 kesan, ji wan 4 kesan jiyana xwe ji dest daye, 244 kes baş bûne û niha tedawiya 89 kesan didome.

Li herêma Kurdistanê heta niha 337 kes bi Koronayê ketine, 4 jî mirine
17 nîsan, 2020   20:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê têkildarî daneyên dawî yên nexweşiya Koronavîrusê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “7 hezar û 772 welatî ku di karantînayê de bûn, niha tenê hezar û 336 kes li 30 cihên cuda di karantînayê de mane. Ji wan 504 kes li Hewlêr, 69 kes li Silêmaniyê, 745 kes li Duhokê, 18 kes li Raperînê ne. Heta niha 6 hezar û 436 welatî ji karantînayê derketine û vegeriyane malên xwe. Di nav 24 saetên dawî de jî 77 welatî ji karantînayê derketine.”

Her wiha hat diyarkirin ku di nav 24 saetên dawî de li Hewlêr 393, li Silêmaniyê 312, li Duhokê 308, li Helebce 12 bi giştî hezar û 25 test hatine kirin û ji wan hatiye tespîtkirin ku li Silêmaniyê 2 kes bi Koronayê ketine.”

Li gor daneyên dawî li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê ketine gihiştiye 337 kesan, ji wan 4 kesan jiyana xwe ji dest daye, 244 kes baş bûne û niha tedawiya 89 kesan didome.