Pêwîstiya koçberên kampa Girê Spî bi alîkariya xizmeta tenduristiyê heye

Pêwîstiya koçberên kampa Girê Spî bi destekdayîn û xizmetên tenduristiyê û madeyên paqijyê, dezenfektekirinê û maskan heye da ku pêşî li belavbûna koronavîrus a ku li tevahî cîhanê belav bûye, bigirin.

Pêwîstiya koçberên kampa Girê Spî bi alîkariya xizmeta tenduristiyê heye
29 adar, 2020   06:43
EYN ÎSA

Kampa koçberên Girê Spî di 22`yê Mijdara 2019`an de ji aliyê Meclisa Kantona Girê Spî ve hat avakirin. Li gorî rêveberiya kampê di kampê de 532 malbat û bi giştî 2 hezar û 700 kes di vê kampê de bi cih bûne. Yên ku li vê kampê bi cih bûne şêniyên kantona Girê Spî ne ku di encama êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê de koçber bûne.

Girêdayî mijarê koçberê bi navê Casim El-Îbrahîm wiha got: "Pêwîstiya kampê bi alîkariya xizmeta tenduristiyê heye. Di heman demê de pêwîstî bi madeyên paqijiyê yên dezenfektekirina li hember vîrusa korona heye."

El-Îbrahîm got koçberên di kampê de ji ber vîrusa koronayê di metirsiyê de ne û wiha dewam kir: "Ji ber ku ev vîrus zû belav dibe û kujer e. Ji ber vê metirsiyê em nikarin di malên xwe de bimînin. Ji ber tu şêwaz ji bilî parastinê tune ne. Pêwîstiya me bi dezenfektekirina destan û girêdana maskan heye."

El-Îbrahîm bang li rêxistinên mirovî kir ku serdana kampê bikin û rewşa koçberan bibînin, alîkariyên tenduristî ku wan ji vîrusa korona biparêzin, ji wan re pêşkêş bikin.

Casim El-Îbrahîm wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rêveberiya kampê li gorî derfetên xwe xizmetê dike. Lê erka herî mezin a rêxistinên mirovî ye û divê erka xwe di xizmeta koçberan de pêk bînin."

Koçbera bi navê Meha Wîs El-Elî jî wiha axivî: "Ev serê mehekê ye me tu madeyên paqijiyê wernegirtine. Rêxistinên mirovî xwestekên me paşguh dikin. Tu derfetên me tune ne ku em ji sûkê van pêwîstiyên xwe bi cih bînin. Jiyana me ya rojane tenê li ser alîkariyên ku ji aliyê rêveberiya kampê û Rêveberiya Xweser ve têne pêşkêşkirin. Lê derfetên rêvberiyê têrê nakin ku pêwîstiyên tenduristî bi giştî bi cih bîne."

Meha Wîs bal kişand ser şêwazên xweparastina li hember koronayê û got divê madeyên dezenfektekirinê û mask li hemû kampên koçberan bên belavkirin.

Hevserokê kampa koçberan a Girê Spî Elî Neda jî bang li rêxistinên mirovî kir ku destek û alîkariyê bidin koçberên di kampê de.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GFBRVbtcZF8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>