Mijarên rojnameyên erebî yên hefteya derbas bûyî

Li gorî çavdêran, lihevkirina Moskove ya derbarê xewnên Tirkiyê yên li Sûriyê de yên ji sala 2011‘an ve daxist asta herî kêm û  Tirkiyê xwe radestî Rûsyayê kir. Li Iraqê jî alozî didome û tê îdiyakirin ku hewl tê dayîn ku serokê ji bo avakirina hikûmeta nû hatiye erekedarkirin were ji erk werê xistin. Li cîhanê jî tedbîrên li dijî Koronavîrusê zêde bûn.

Mijarên rojnameyên erebî yên hefteya derbas bûyî
29 adar, 2020   05:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hefteya derbasbûyî de li ser rewşa Sûriyê, aloziya li Iraqê û belavbûna vîrusa Koronayê nivisîn.

EL-EREB: TIRKIYE HEWL DIDE REWŞEKE NÛ LI BAKURÊ ROJAVAYÊ SÛRIYÊ BISEPÎNE

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: “Tirkiye hewl dide li bakurê rojavayê Sûriyê rewşeke nû bisepîne, lewma bêyî Rûsyayê hin tiştan dike. Ev kiryar dê bandorê li lihevhatina agirbestê bike, ya ku di navbera serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û yê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de hatibû îmzekirin.

Roja yekşemê hêzên Tirkiyê cara pêncemîn, bi tena xwe li ser rêya Heleb-Laziqiyê ya navdewletî ku wek rêya M4 tê naskirin, dewriya meşandin, di heman demê de Enqereyê hêzên leşkerî şandin herêmê û xalên leşkerî yên nû ava kirin. Ya herî dawiyê jî li bajarê Cisir El-Şixûr bû, bi wî awayî hejmara xalên çavdêriyê gihîşte 44`an.

Çavdêr dibêjin ku Tirkiye hewl dide sûdê ji aloziya belavbûna vîrusa Koronayê bigire, ji ber ku her du alî; Rûsya û Sûriye ditirsin ku vîrus li nava Sûriyê bi taybet li herêmên di destê rejîma Beşar El-Esed de belav bibe, ku ev yek dikare çavdêriya her du aliyan a pêkanîna lihevhatinê qels bike.

Rewşeke bêhêvî heye, der barê serkeftina lihevhatina Tirkiye-Rûsya de, ji ber ku Tirkiyê ji neçarî lihevhatin kiriye da ku bi Rûsyayê re neke pevçûnan, bi taybet piştî windahiyên Tirkiyê ku tirseke mezin xiste nava civaka Tirkiyê.

Çavdêr dibêjin ku Tirkiye ji xwe re mijûlbûna Moskov û Şamê bi aloziya Koronayê, wek derfetekê dibîne da ku pelikan tevlihev bike û hebûna xwe bi hêz bike. Jixwe tê dîtin ku Tirkiyê yek ji xalên lihevhatinê paşguh dike, ew xal jî bêbandorkirina Heyet Tehrîr El-Şam e, di rojên destpêkê de Tirkiyê dest bi girtina endamên vê rêxistina cîhadî kiribû.

Li gorî çavdêran, ev hewldanên Tirkiyê û bikaranîna aloziya Koronayê û binpêkirina lihevhatina bi Rûsyayê re, dibe ku bihêle rewş biteqe ku êdî neyê kontrolkirin. Hin alî dibêjin ku Tirkiye tenê dixwaze hinek dem qezenc bike, lê ew nikare tiştekî biguherîne, her wiha diyar kirin ku dê komkirina hêzên Tirkiyê li bakurê rojavayê Sûriyê metirsiyeke mezin be, eger vîrusa Koronayê li wir belav bibe.

Robert Mali serokê Koma Aloziyê ya navdewletî ku navenda wê Washington e, dibêje ku “birêkirina hêzan bo qada şer, dê wan dewletan û koman ku şer dikin, tûşî pêketina vîrusê bike û dê windahiyên mezin çêbin”.

ŞERQ EL-EWSET: HEFTER GEFÊN BOMBEBARANKIRINA BAREGEHÊN HIKUMETA EL-SÎRAC XWARIN

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Muşîr Xelîfe Hefter fermandarê giştî yê Artêşa El-Wetenî ya Lîbyayê agahdariyeke eşkere ji serokê Hikumeta El-Wîfaq Fayiz El-Sîrac û hêzên alîgirên wê yên bi piştevaniya dewleta Tirk bi rê kir ku tê de gefên bombebarankirina baregehên hikumetê yên di navdewletî li Terablusê itîrafkirî ne, xwarin."

EL-EREB: EL-SEDR GUH DIDE ÎRANÊ Û JI DESTEKAYÎNA BI ZUREFÎ RE BI PAŞDE DIÇE

Derbarê rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: "Oldarê Şîa Muqteda Seder dike xwe ji xeztên hêzên siyasî yên alîgirê Îranê re bitewîne, yên ku hewl didin serokwezîrê erekedarkirî Ednan El-Zurfî bi kesayetekî din biguhere.

Çavkaniyên siyasî ji "El-Ereb" re gotin, nûnerên Sedr di vê hefteyê de cara yekem li bijêrdekên hêzên siyasî yên şîayên din ên der barê alternatîfên muhtemel de guhdar kirin.

Nûnerên şepêla Sedrî hîna di El-Zurfî de fersendeke girîng dibînin, nemaze di vê pêvajoya heyî de ji krîza navdewletî ya mezin a sedema koronayê. Lê rûniştina wan a ji bo guhdarkirina lîsteya bedlîlan pêşketineke dibe ku ziyan bighîne şansê wî.

Heta vê seatê nûnerê El-Sedr tu helwesteke eşkere ku nîşaneya terkirina El-Zurfî dide nedaye xuyakirin, lê gelek sînyal hene dide nîşandan ku plana hêzên siyasî yên Şîayê yên girêdayî Îranê zefkirina El-Zurfî di aliyê siyasî de biser dikeve.

Hêzên alîgirên Îranê dibêjin serok Berhem Salih mafê partiyên şiî yên di erka serokwezî de derbas kir û tevî ku nûnerên pêkhateyê erê nekirine El-Zurfî erkdar kir.

Ruxmî bendên destûrî û qanûnî yên ku serok diparêzin, lê hêzên şiî yên alîgirê Îranê bawer dikin ku piraniya dengên pêwîst di parlamamtoyê de di destê wê de ne, ger hêzên sinî û Kurd ên mezin tev lê bûn. Berzanî xwest ku yek ji xizmên wî bibe serokkomar; Fuad Hisên. Ê ku bûye wezîrê derayî di hikumeta Adil Ebidulmihdî de. Lê Berhem Salih bi giştî deng bi dest xistin.

Çavkaniyên siyasî dibêjin, serokê îtîlafa dewleta qanûn nûrî El-Malkî bi xwe kedên dorpêçkirina El-Zirfî birêve dibe. Ji bo wê têkiliyên xwe yên fireh bi Şîa, Suna û Kurd re bikar tîne.

ŞERQ EL-EWSAT: BANGÊN NETEWEYÎ JI BO ‘AGIRBESTEKE CÎHANÎ’ Û ŞERÊ LI DIJÎ KORONAYÊ

Der barê belavbûna vîrusa Koronayê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: "Sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres duh bang kir ku şer li tevahî cîhanê were sekinandin û şer bûye şerê li dijî vîrusa Koronayê.

Guterres li navenda NY`yê wiha got: "Sînor ji nexweşiya şer re deynin. Şerê nexweşiya ku şerê cîhana me dike, bikin. Ev yek bi sekinandina şer li her deverê dest pê dike. Pêwîstiya malbata me ya mirovahiyê bi vê yekê ji hemû deman zêdetir heye.