Li Rojava bi şahiyên biçûk Newrozê tê pîrozkirin- HATE NÛKIRIN

Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bi şahiyên biçûk li gel girtina tedbîrên pêwîst ji ber vîrusa Koronayê Newroz hate pîrozkirin.

20 adar, 2020   17:39
NAVENDA NÛÇEYAN

KOBANÊ

Bi dehan şêniyên gundên navçeya Qenaya ya rojavayê bajarê Kobanê li qada dibistana gundê Ewîna kom bûn. Şêniyan tedbîrên xweparastina ji vîrusa Koronayê girtibû, agirê Newrozê pêxistin û xelkên biçûk ên govendê gerandin.

EYN ÎSA

Şêniyên navçeya Eyn Îsayê bi komên biçûk agirê Newrozê dadan û li derdora wê xelkên govendê gerandin.

ŞEHBA

Li kantona Şehbayê, şêniyên Efrînê li ber malên xwe agirê Newrozê pêxistin û li qadan jî navê Efrîn bi meşeleyan nivîsandin û li derdora agir xelekên govendê li b er stranên şoreşger gerandin.

HESEKÊ

Şêniyên bajarê Hesekê bi komên biçûk agirê Newrozê dadan.

DIRBÊSIYÊ

Li navenda navçeya Dirbêsiyê û gundên girêdayî wê, şêniyan li ber malên xwe meşeleya Newrozê vêxistin û govend gerandin.

MINBIC

Xelkê bajarê Minbicê bi kombûnên biçûk li gel girtina tedbîran ji vîrusa Koronayê li rawestgehên rêyan û kolanên sereke pîrozbahiya Cejna Newrozê kirin.

TIL HEMÎS

Şêniyên gundên Sadiyê, Micêrnat û Miselesûnê yên navçeya Til Hemîsê bi şahiyek biçûk agirê Newrozê dadan û Nerwoz pîroz kirin. Her wiha li çerxerêya Şehîdan a navenda navçeyê pîrozbahiya Newrozê hate kirin.

HELEB

Li Helebê, şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li tax û qadan bi pêxistina agir Newroz pîroz kirin. Şêniyan li ber stranên şoreşgerî û berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana Serdemê û Rûmetê govend gerandin.

Her wiha zarokên şehîdan û ciwanên şoreşger li qada Şehîdan a beşê rojavayê bajêr bi meşeleyan ta ber bi navenda xwe ve meşiyan û li wir jî agir dadan.

ANHA