Du moşek li Bexdayê ketin

Hate ragihandin ku du moşek li herêma Cadiriya ya Bexdayê ketin, di encamê de ku kes birîndar bûn.

Du moşek li Bexdayê ketin
17 adar, 2020   21:07
NAVENDA NÛÇEAN

Çavkaniyek ji Alsumaria News‘yê re ragihand ku 2 moşek vê êvarê li nêzî herêma Cadiriya ya Bexdayê ketin. Çavkanî diyar kir ku moşeke li avahiyekê nêzî avahiya Desteya Hec û Umrê ketin, di encamê de 2 kes birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn.

Heman çavkanî ragihand ku hêzên ewlekariyê cihê bûyerê girtin û birîndar veguhestin nexweşxaneyek nêzîk.