Hêzên hikumetê û çeteyên Tirkiyê li Idlibê cihên hev topbaran dikin

Hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk li Idlibê nuqteyên hev topbaran dikin. Hemwextî wê yekê rejîmê hêzeke zêde anî gundewarên Idlibê.

Hêzên hikumetê û çeteyên Tirkiyê li Idlibê cihên hev topbaran dikin
17 adar, 2020   13:47

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku hêzên hikumeta Sûriyê îro sêşemê moşek avêtin herêmên li bajarokê El-Fitêra yê gundewarên başûrê Idlibê.

SOHR`ê tekez kir ku amadekariyên leşkerî yên hêzên hikumeta  Sûriyê gihîştine tixûbên gundewarên Idlibê. Hikumeta Sûriyê karwanên leşkerî anîn derdora çiyayê El-Zawiye û gundewarên başûrê Idlibê. Her wiha Hizbullah a Lubnanê hêzên xwe ji gundewarên Helebê birin derdora Seraqibê.

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk jî alaveke kolandinê ya girêdayî hêzên hikumetê li derdora bajarokê Hezarîn ê başûrê Idlibê, hedef girt. Hêzên hikumetê jî bi gelek topan derdora Kebane ya gundewarên Lazîqiyê û rêyên pê ve girêdayî li gundewarên rojavayê Idlibê topbaran kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku serokên Rûsya û Tirkiyê di 5`ê Adarê de li ser peymaneke agirbestê û meşandina dewriyeyên hevbeş li ser rêya M4, li hev kiribû ku li gorî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, ji ber gefên terorîstan di çend rojan bi bin ketin.

(cx)

ANHA