Li Kobanê ji bo Koronayê navendeke tenduristiyê hate vekirin

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê li bajarê Kobanê ji bo pêşwazîkirin û lêkolîna kesên ku dibe bi vîrusa Koronayê ya nû ketine, navendeke karantînayê vekir. Her wiha navendên karantînayê li gundê Îdoqî amade dike û di nava hefteyekê dê were vekirin. 

Li Kobanê ji bo Koronayê navendeke tenduristiyê hate vekirin
Li Kobanê ji bo Koronayê navendeke tenduristiyê hate vekirin
Li Kobanê ji bo Koronayê navendeke tenduristiyê hate vekirin
17 adar, 2020   10:21
KOBANÊ

Vîrusa Korona ya nû (Covid-19) li praniya dewletên cîhanê belav dibe. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek tedbîrên pêwîst ji bo pêşî li belavbûna vîrusê bigire, girtin.

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê navendeke taybet ji bo kesên ku dibe bi vîrusa Koronayê ketine, vekir. Navend ji aliyê alavên pêwîst û tîmên tenduristiyê ve amade ye. Navend li ser girê Miştenûr ê bajarê Kobanê ye.

Navend dê kesên ku dibe bi vîrusa Koronayê ketine, pêşwaz bike, wan lêkolîn bike da ku tekez bike heger nexweş in û ji wan re lênêrîna tenduristî bê pere pêşkêş bike.

Di navendê de 20 text û bijîşkên pispor hene. Her wiha navend amadekariyên navendeke karantînayê li gundê Îdoqî yê li ser rêya Heleb – Kobanê dike. Tê payîn ku di nava hefteyekê de bi dawî bibe û were vekirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 100 hezar dolar ji Desteya Tenduristiyê re wek mîzaniyet diyar kir da ku li pêşiya vîrusa Korona bisekinin.

Berpirsên Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê bang li welatiyan kir ku li cihên qelebalix kom nebin, girîngiyê bidin paqijiyê. Her wiha got kesên ku li ser wan diyar dibe ku bi vê vîrusê ketine, yekser berê xwe bidin navendên tenduristiyê.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZmNwuntXglU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>