‘Yekitiya gelê Kurd dê bibe benda li pêşiya komkujiyan’

Şêniyên bajarê Qamişlo got “Yekitiya gelê Kurd dê bibe bendeke li pêşiya dijminan ku nekarin komkujiyan pêk bînin” û bang li partiyên kurdî kir ku destê xwe ji destê dijmin derxin.

‘Yekitiya gelê Kurd dê bibe benda li pêşiya komkujiyan’
17 adar, 2020   09:53
 QAMIŞLO

Di her demê de gelê Kurd banga yekrêziya kurdî dike. Hîn jî tu encamên berbiçav nehatine girtin. Lê gelê Kurd ji her demî zêdetir banga yekitiyê dike. Ji ber ku yekrêziya refên kurdî wê gel ji komkujiyan biparêze.

Selahedîn Helbo şêniyê bajarê Qamişlo ye, der barê pêwîstiya avakirina yekrêziya kurdî de nerînên xwe anî ziman û got: "Yekitiya gelê Kurd wê  bibe bendaveke li pêşiya dijmin ku nikaribe komkujiyan pêk bîne. Dema ku yekitiyeke kurdî hebe biryareke kurdî hebe wê biştgireyek ji derveyî civaka kurdî jî çêbibe. Ger her yek ji me li hêlekê bixebite mixabin wê cihê kêmasiyê be, ew kêmasî ne kêmasîyeke normal e. Bi wê kêmasîyê komkujî tên kirin, ger em vegerin dîroka Kurdan bi sedan komkujî li ser Kurdan hatine pêkanîn.  Mîna, Helebçe û Enfalan, sedema van komkujiyan parçebûna gelê Kurd e.”

Selahedîn Helbo wiha bang kir: "Bi navê kurdîyatiyê, bi navê pêşketinê, bi navê yekitiyekê êdî Kurd dikarin her tiştî bikin. Doza mafên xwe bikin, di heman demê de Kurd nema derfetê dide ku wan kar û xebatên qirêj li ser gel de tên wê sînoreke ji van xebatan re bên dayîn".

Helbo sedemên pêwîstiya yekitiyê wiha vegotin: "Yekitiya me hebûna me ye, yeknebûna me pûrçebûna kar û xebatên me ye, derengmayîna yekrêziya kurdî karesat e. Ji ber ku tu bi lez neçe tu yê zû têk biçî anku tu bi lez gava xwe navêje ji bo wê yekitiyê û dereng bimîne û em ê ew qasî biçin."

Her wiha Abdullîlah Xelef jî wiha bang kir: “Rewşenbîrên Kurd û partiyên siyasî kir ku yekitiyê ava bikin. Em wek gelê Rojava daxwaza yekitiyê dikin, ger yekitî çênebe wê her dem komkujî çêbibin, em bang li partiyên siyasî dikin ku yekitiyeke kurdî ava bikin ji bo bibin xwedî maf."

Ebdullîlah Xelef li ser xetereyên nepêkanîna yekitiya kurdî bang li partiyên kurdî kir ku têkiliyên xwe bi dijminên gelê Kurd re rawestînin û got: "Ger yekitiya me çênebe wê gelek Helebçe çêbin, em dibînin ku komkujî roj bi roj zêde dibin, encamê van komkujiyan çênekirina yekitiya kurdî ye."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/znldV2FtbfQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>