Her kes ketina Netanyahu dixwaze… gelo dê Gantz di avakirina hikumetê de bi ser bikeve?

Serokê partiya ‘Kabul Lavan’ Gantz ê ku tewseya (pêşniyar) 61 endamên meclisa Îsraîlê wergirt der heqê Benjamin Netanyahu yê serkêşê partiya ‘Likud’ dike, serkeftineke mezin bi dest xist da ku ew karibe hikumeta bê pêk bîne. Gelo wê bi ser bikeve?

Her kes ketina Netanyahu dixwaze… gelo dê Gantz di avakirina hikumetê de bi ser bikeve?
17 adar, 2020   09:21
XEZA –UMER MÛSA

Roja duşemê serokkomarê Îsraîlê Reuven Rivlin, serokê Hevpeymana ‘Anonîm Lavan / Şîn-Spî’ ji bo avakirina hikûmeta nû ya Îsraîlê erekdar kir.  Berî vê yekê Gantz ji wezîrê artêşê yê Îsraîlê yê berê û serokê partiya ‘Îsraîl Our Home’ Avigdor Lieberman û Lîsteya Ereban a Hevpar a serokatiya Eymen Ewde pend wergirt.

Di tora dawî ya hilbijartinên Îsraîlê de ku meha derbasbûyî pêk hat, her du partî Kabul Lavan û Likud li gorî qanûnên Îsraîlê yên avakirina hikûmetê di qezenckirina kursiyên pêwîst di meclisa (Knesset) Îsraîlê de bi ser neketin.

Li rex vê, penda Avigdor Lieberman û Eymen Ewde ya ji bo Gantz bertekek ji bendewariyên Îsraîlê re nîşan da. Bi vê yekê dê Gantz bi 61 kursiyan di Knesseta hikûmeta Îsraîlê ava bike. Partiya Likud a Netanyahu ku pêşniyar 58-59 kursî di Knessetê de wergirt, li hemberî Gantz têk çû.

Der barê delîlê erkedarkirina Gantz de, çarenûsa serokê hikumeta heyî Benjemin Netanyahu heke Gantz di navakirina hikumetê de bi ser bikeve, hejmareke şîrovekarên siyasî û pisporên di kar û barên Îsraîlê de ji ANHA‘yê re axivîn.

‘HER KES TÊKÇÛNA NETANYAHU DIXWAZE’

Şîrovekarê siyasî yê filistînî Hesen Ebdo diyar kir ku di navbera partiyên ku destekê didin partiya Benny Gantz de, ji wan Partiya Lieberman Îsraîl Our Home û Lîsteya Hevbeş a Ereban a bi serokatiya Ayman Odeh lihevkirinek heye, ku pêwîst e Netanyahu têk biçe û siyaseta wî li Îsraîlê bi dawî bibe. Ji ber vê yekê van partiyan pêşniyarên xwe yên avakirina hikûmetê ji bo Gantz ragihandin.

Ebdo anî ziman ku rêya avakirina hikumetê hîna li pêşiya Gantz kesk nebûye û wiha domand: "Hîna gelek astengî li pêşiya Gantz hene ku nehêle hikumetê ava bike. Erkdarkirina serokê Îsraîlê Gantz ji bo avakirina hikumetê nayê wê wateyê ku dê serkeftinê mîsoger bike."

Ebdo destnîşan kir ku nakokî di navbera Lîsteya Hevbeş a Ereban û Partiya Lieberman de hene  û wiha axivî: "Rast e heta radeyekê hin binpêkirin çêbûn, lê dibe di her kêliyekê de xuya bike. Lieberman Lîsteya Hevpar a Ereban wekî lîsteyek terorê dibîne, dibe ku vekişe an jî li dijî wê di hebûna hikumetê de derkeve.”

Lîsteya Hevpar a Ereban ji bo piştgiriya Gantz şertên xwe danîn, ji wan divê li dijî biryarên ku filistîniyan hedef digire, çi ji aliyê bicihkirina Îsraîlê li Difeya Rojava ve yan jî helwesta ji Peyama Sedsalê ya Amerîkayê an şerê li dijî Xezayê bisekine ku berê Gantz gefa wî xwaribû."

Ebdo destnîşan kir ku dibe ev şert li pêşberî Lieberman an kesên din ên di partiya wî de derkeve ku avakirina hikumetê asteng bike û got: "Ev nayê wateyê ku ew li hev nakin, çi bi rêya avakirina hikumeteke teng bêyî girtina biryarên çaranûsî ya bi armanca rakirina Netanyahu ji qada siyasî."

Ebdo axaftina xwe wiha domand: "Derfeteke rasteqîn li pêşberî Gantz heye, heger di avakirina hikumetê de bi ser bikeve, dibe ku Netanyahu ji qada siyasî dûr bixe, lê ev derfet li dijî xetere ne, dibe bombeyek ji partiyên ku destek dane Gantz di kîjan kêliyê de biteqe, di encamê de avakirina hikumetê bi bin bikeve."

Li gorî Ebdo heger Gantz di avakirina hikumetê de bi ser bikeve, dibe ku Lîsteya Hevpar a Ereban roleke bibandor di hikumetê de bilîze ji ber ku 15 kursî di Knessetê de girtine, ku rola wê di biryarên Îsraîlê yên li dijî filistîniyan de bandorê çêke.

Pirsporên karûbarên Îsraîlê dibînin ku Gantez ji kelemên di rêya avakirina hikûmetê de têgihiştiye, di daxuyaniya xwe ya yekemîn de a piştî hate erekedarkirin got, ew ê hewl bide hikumeteke niştimanî yekbûyî bi partiya Netanyahu re ava bike. Di heman daxuyaniyê de bang li Netanyahu kir karûbarên darazê yên derbarê sûcên gendeliyê yên li dijî wî hatine kirine bişopîne.

GELO DÊ NETANYAHU WERE GIRTIN?

Li dijî Netanyahu tawanên gendeliyê hene. Ev yek li gorî ragihandina Îsraîlê di tora dawî ya hilbijartinê bandore lê dike.

Nivîskarê siyasî yê fililstînî Mihemed Ebû Mihadî diyar kir ku erekedarkirina Gantz ê ku 61 kursî di Kensset de qezenc kir tê wateya ku çarnûsa nû ya Netanyahu ji ber gendeliyê dê girtin be.

Ebû Mihadî texmîn dike ku rola siyasî ya Partiya Luked li Îsraîlê paşde bikeve û got: " Heta Hevbendiya bi serokatiya Netanyahu ku "Likud" e û tevgerên olî yên hişk jî tê de, dibe ku derbên mezin bixun, ji ber ku hevpeymaniya paralel "Gantz" di derheqê taybetmendiyên ku tevgerên olî di serdema Netanyahu de bidestxistî de, hejmarek zêde bidest xistiye, ji van tevgeran a herî navdar "Tevgera Shas" e.

Ebû Mihadî destnîşan kir ku bi Gantz re gelek tevlihevî hene, ya herî girîng "Mijarên çareserkirina îsraîl li Difeya rojava û nijadperestiya ku ji hêla Knesset ve di serdema Netanyahu de hate pejirandin, her wiha têkiliya bi gelê Filistînê re, helwestên li hemberî Qudis, peymana sedsalê û şerê li ser Xezayê."

Ebû Mihad îanî ziman ku dibe ev dosya bibe kelem û lihevkirinên di navbera partiyên ku destekê didin partiya Gantz de têk bibe, ji ber ku Lîsteya Hevpar biryarên ku filistîniyan dikin hedef red dikin, ev lîste di Knesset giraniyek xwe heye, heger şertên wê hatin redkirin dê bi binkeftina avakirina hikumeta nû bi encam bibe.

ANHA