Di nava du salan de binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di dirêjahiya du salan de, piştî dagirkirina Efrînê binpêkirinên xwe didomînin. Talankirin, dizîn, asîmîlekirin, guhertina demografiya û heya bigihêje topbaran û pêkanîna komkujiyan li dijî şêniyên kantona Efrînê û Şehbayê berdewam in.

Di nava du salan de binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê
Di nava du salan de binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê
Di nava du salan de binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê
Di nava du salan de binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê
Di nava du salan de binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê
Di nava du salan de binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê
Di nava du salan de binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê
Di nava du salan de binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê
Di nava du salan de binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê
Di nava du salan de binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê
17 adar, 2020   05:20
ŞEHBA-FÎRAS IBRAHÎM-MÎDYA HENAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bermahiyan komên terorîst ên mîna Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê di 20`ê Çileya 2018`an de bi tevahiya cureyên çekên pêşketî û qedexekirî êrişî kantona Efrînê kirin. Di vê êrîşa dagirkeriyê de balafirên şer jî li hember Efrînê hatin bikaranîn. Di encama van êrişên hovane de bi sedan sivîl şehdîd û birîndar bûn û binesaziya bajêr hate wêrankirin. Di vê êrîşa dagirkeriyê de zêdetirî 250 hezar sivîl ji warên xwe koçber bûn.

Êrişên Tirkiyê bi erêkirina Rûsya û bi vekirina qada hewayî despêkirin. Lê ne tene Rusya hemû hêzên navneteweyî li hember vê dagirkeriyê û sucên mirovî ku bi vê êrîşê re hatin kirin re bê deng ma.

Artêşa Tirk a dagirker di êrişên xwe de bi armanca ku dîroka tevahiya pêkhateyên herêmê biçewsîne bi zanabûn, jîngeh kirin hedef, cihên stratejîk û cihên dîrokî wêran kirin. Ji van êrîşan dibistan, cihên pîroz ên mîna mezar û mizgeftan jî para xwe girtin.

DI DU SALAN DE 563 KES WINDA BÛN

Di encama êrişên 58 rojan de 498 sivîl hatin kuştin û 690 din birîndar bûn.

Piştî dagirkirina kantonê artêşa Tirk a dagirker binpêkirinên xwe li dijî sivîlan dewamkirin. Li gorî serjimariya Rêxistina Mafên Mirovan a kantona Efrînê-Sûriyê, di nava du salan  de di encama topbarana Tirkiyê ya li dijî kantona Efrînê û gundên kantona Şehbayê de 563 sivîl hatin qetilkirin. 55 sivîl jî bi îşkenceyê hatin kuştin.

ZÊDETIRÎ 6 HEZAR Û 398 SIVÎL HATIN REVANDIN

Piştî dagirkirina Efrînê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca girtina fîdyayan dest bi revandina sivîlan kirin. Hejmara kesên ku di du salan de hatine revandina gihaşt zêdetirî 6 hezar û 398’an. Ji nav kesên ku hatine revandin heya niha çaranûsa 3 hezar û 400 sivîl nayê zanîn. Li aliyê din di van êrîşan de 303 kes ji wan zarok bi giştî 690 kes birîndarbûne.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker komkujî li dijî koçberên Efrînê li kantona Şehba û gundên navçeya Şêrawa pêk anîn. Di 2`yê Kanûna 2019`an de komkujiyek li Til Rifetê li dijî zarokan pêk anîn. Di encamê de 8 ji wan zarok 10 sivîl hatin qetilkirin. Di 25`ê Sibata 2020`an de komkujiyek din li gundê Aqîbê li navçeya Şêrawa pêk hat û di encamê de malbatek efrînî ku ji 3 kesan pêk dihat bû qurbanî.

QETİLKİRİNA XWEZAYÊ

Di nav rêzebinpêkirinên ku heta xweza jê nefiltye de, artêşa Tirk a dagirker xwezaya Efrînê ya bedew wêran kir. Kantona Efîrnê bi xwezaya xwe dihat naskirin. Lê dagirkeran daristan û zeviyên wê veguherandin çolistanê. Zêdetirî 225 hezar darên zeytûnê qut kirin. Zêdetirî 300 darên temenmezin qut kirin û wek êzing di sûkên herêmên dagirkirî de firotin û şandin Tirkiyê. Her wiha zêdetirî 10 hezar darên berû qut kirin. Zêdetirî 11 hezar hiktar zeviyên Efrînê şewitandin.

Girêdayî binpêkirinên dagirkeran li dijî sivîlan, berdevkê fermî yê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê –Sûriyê Ibrahîm Şêxo ji ANHA’yê re got: "Ji destpêka êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li dijî kantona Efrînê û dagirkirina wê di 18`ê Adara 2018`an de, komên çeteyan bi desteka artêşa Tirk a dagirker sûcên şer li dijî şêniyên Efrînê bi rêbazên cuda dikin.”

Şêxo teqez kir ku ji  ber êrişa Tirkiyê li dijî kantonê zêdetirî 300 hezar sivîl ji warên xwe ber bi kantona Şehba, bajarê Efrînê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve koçber bûn.

Şêxo destnîşan kir ku asta binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li dijî sivîlên kantona Efrînê ya dagirkirî, asta dagirkirinê derbas kiriye û êdî bi her şêwazê demografiya herêmê di guherînin. Hetta bi rêya lêkirina dîwarê li navçeya Şêrawa dixwaze Efrîn ji herêmên din ên Sûriyê qut bike.

Şêxo di nav gotinên xwe de diyar kir ku li kantona Efrînê girtîgehên veşartî hene. Di wan girtîgehan de cureyên îşkenceyê yên cuda li dijî sivîlan mêr û jin ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve têne kirin.

Şêxo wiha domand: "Ev binpêkirin li gel paşguhkirina rêxistinên navneteweyî bûyerên ku li kantona dagirkirî li dijî mirov û heta kevir û xwezayê rû didin, pêk tên."

Di dawiyê de Şêxo diyar kir ku koçberên Efrînê ji du salan ve di nav kampan û malên wêrankirî de li kantona Şehbayê rewşên dijwar dijîn, divê rêxistinên navneteweyî çareseriyekê ji wan re peyda bikin.

BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ JINAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tundiyê li dijî jinan li tevahiya herêmên ku dagir dikin nemaze Efrînê pêk tînin. Jinên Efrînê para herî zêde ji tundiyê girtine. Li dijî wan tundiya bedenî, derûnî û manewî ji bo ku îxanet bikin meşandin. Ji bo guhertina demografiya herêman, li jinan ferz kirin ku nîqab û şerpê lixwe bikin. Bi vê yekê azadiya kes sînordar kirin.

1200 JİN RASTÎ DESTDİRÊJİYÊ HATİN

Piştî dagirkirina Efrînê, jin ji tevahiya mafên ku di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de bidest xistibûn, mehrûm man. Li dijî wê kuştin, destavêtin, bazirganî, astengdarî û revandina li pêşket. Li gorî serjimariya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, hejmara jinên ku rastî binpêkirinan hatine gihaşt hezar û 200 jinan. Hejmara jinên ku hatine kuştin derdora 40 jin û hezar jin hatin revandin tevî ku 100 jin rastî destavêtinê û 60 rastî tundiya cinsî hatin. Haletên xwekuştinê li Efrînê derketin û gihaştin zêdetirî 5 haletan.  Ev serjimarî tenê bi rêjeya ji sedî 30 ji hejmara rasîtn ji binpêkirinên ku rû didin temsîl dike.

SÛCÊN DAGIRKERAN LI DIJÎ ŞÛNWARAN

Gerînendeya Şûnwaran a kantona Efrînê bi dîmen û wêne cih û girên dîrokî yên ku rastî talankirin û wêraniyê ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine belge kirin. Artêşa Tirk a dagirker ji sedî 60 ji şûnwarên Girê Êyndara di encama hedefgirtina wê de di 21`ê Çileya 2018`an de wêran kir. Çeteyên El-Hemzat ên girêdayî dagirkeriyê peykerên girêdayî perestgehê dizîn. Peykera şêr a mezin a ji kevirê bazalt, winda bûye. Çeteyên Cebheta El-Wataniye ya Tehrîr gir veguherand nuqteyek leşkerî.

Çeteyên Lîwa Siqûr El-Şeman şûnwarên Nebî Hûrî ya dîrokî bi alavên mezin kolandin. Di encamê de tabloyên mozeyîk nadir hatin vedîtin. Lê çaranûsa wan tabloyan nayê zanîn.

Piştî talankirina çeteyan Xirabê Gulê ya li gundê Albîskê yê navçeya Reco, çetayan berhemên dîrokî derbasî derveyî Sûriyê kirin.

Her wiha çeteyên El-Amşat Xirabê Riza gundê Tirmişa yê navçeya Şiyê wêran kirin û tabloya mozayîk a ku di 2017`an de hatibû vedîtin revandin.

Çeteyên El-Hemzat û Sultan Murad gundê Beradê li navçeya Şêrawa bêserûber kolandin. Di encamê de dêra Marmaron wêran bû û berhemên wê yên dîrokê dizîn.

Li Cindirêsê jî çeteyên El-Hemzat û Ehrar El-Şerqiye girê Cindirêsê talan kirin û artêşa Tirk a dagirker gir veguherand nuqteyek leşkerî.

Çeteyan Girê Hilubiye li navçeya Şera, Girê Duderî li navçeya Meydankê, Girê Caciyê li gundê Dêr Balûtê yê navçeya Cindirêsê, Girê Birc Abdalo li navçeya Şêrawa, Girê Sindiyangê li navçeya Cindirêsê, Girê Ibêdan li navçeya Bilbilê, Girê Balsirqê li gundê Kefer Rumê yê navçeya Şera, Girê Şorbe li navçeya Şera û Girê Laq li navçeya Şera kolandin û berhemên wê yên dîrokî dizîn.

Cihên pîroz jî ji van binpêkirinên çeteyan nefilitîn. Çeteyan mezarên (ziyart) olî wêran û topbaran kirin. Jê; Ziyareta ên Henan li navçeya Şera, Barsa Xatûn, Şêx Hemîd, Qere Cirnê û Cilxane li gundê Qestel Cindo li navçeya Şera, Şêx Zêd li bajarê Efrînê, Şêx Cinêd û Şêx Mihemed li navçeya Cindirêsê, Şêx Mus li navçeya Raco û Elî Dada li navçeya Şiyê.

Girêdayî wan sûcan endama rêveber a Desteya Şûnwar û Muzexaneyan Esmahan Ehmed ji ANHA’yê re axivî û got: "Ji destpêka êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî kantona Efrînê ve, cihên dîrokî kirin hedef. Topbarana yekemîn li dijî perestgeha Eyndara ya kevnar bû. Dîroka wê vedigere sedan salan. Armanca ji topbarankirina cihên dîrokî, qirkirina çanda Kurd e. Ev hemû li ber çavên cîhanê û bêndengiya civaka navneteweyî  pêk hatin. Komîteyê ji roja yekemîn a êrişa Tirkiyê ve, cihên dîrokî yên ku ji ber topbaranê wêran bûne bi dîmen û wêne belge kirin û ji rêxistina parastina şûnwaran re şandin. Lê rêxistinê tu tevger nîşan neda."

GUHERTINA DEMOGRAFIYA EFRÎNÊ

Di encama peymanên di navbera serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vlademir Putin de artêşa Tirk  a dagirker û çeteyên wê derdora 400 hezar kes ji herêmên Sûriyê mîna Xûta, Hema û Idlibê li Efrînê bi cih kirin. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê dagirkeran bi destpêkirina şerê Idlibê bichkirina kesên ji derve li Efrînê zêde kirin.

Kesên ji derve zêdetir li ser xeta sînor a Efrînê, ji navçeya Şerayê heta navçeya Bilbilê hatin bicihkirin. Artêşa dagirker û çeteyên wê da ku hebûna kesên biyanî li gundên Efrînê û projeya Tirkiyê ya mêtîngerkirina herêmê mîsoger bike kesên ku bi cih kirine bi pere û pakêtên alîkariyê teşwîq dike.

Artêşa Tirk a dagirker li dirêjahiya xeta sînor li navçeyên Bilbilê û Racoyê dîwarên çemento danîn da ku herdu navçeyan ji xaka Sûriyê qut bikin û tev li xaka Tirkiyê bikin. Artêşa dagirker di dawiya meha Sibata derbasbûyî de dîwarê çemento bi kurahiya 400 mîtreyan  ji xeta sînor derbasî xaka Sûriyê kir.

Di demên dawî de anku bi destpêka pêngava hêzên hikûmeta Sûriyê ya li dijî Idlibê re artêşa Tirk a dagirker bi deh hezaran malbatên çeteyan ji Idlibê ber bi kantona Efrînê ya dagirkirî ve bi cih kirin.

NAVÊ CÎHAN HAT GUHERTİN

Li aliyekî din jî, artêşa dagirker navên gund û kolanan kantona Efrînê diguherin. Navê gundê Qesetê Miqdad kirin "Selcûk Obasî", navê gundê "Kontelê kirin "Zafir Obasî", gundê Kirzêlê kirin "Cafer Obasî", her wiha navê qada netewî ya navenda bajarê Efrînê kirin "Qada Erdogan" li gel van alên dewleta Tirk û wêneyên Erdogan hildane, mîna ku wîlayek Tirkî ye.

DAGIRKER ŞÊNIYAN BI ZORÊ FÊRÎ ZIMANÊ TIRKÎ DIKIN

Bi destpêka êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser kantona Efrînê re artêşa dagirker bi zanebûn dibistan û navendên perwerdeyê kirin hedef û bi temamî rûxandin.

Beriya dagirkirinê, li Efrînê 318 dibistanên seretayî, navîn û amadehî, Zanîngeha Efrîn û Peymangeha Viyan Arama jî hebûn. Di encamên êrişên bi armancên dagirkirinê de ji sedî 60 dibistan hatin rûxandin. Hêzên dagirker bi vê yekê tunekirina zimanê dayikê armanc kir.

Dagirkeran dibistanên kantonê veguherandin baregehên leşkerî û girtîgehan ji bo îşkencekirina sivîlan. Li aliyekî din artêşa Tirk a dagirker dibistan vekirin û şêniyên Efrînê mecbûr kirin ku fêrî zimanê Tirkî bibin û zimanê Tirkî wek materyalek bingehîn di dibistanan de ferz kir.

Di çarçoveya siyasetên asîmlekirin û guhertina demografîk de. Artêşa Tirk a dagirker bi zanabûn, navên gund, bajarok û kolanan guhertin û bi navên Tirkî binav kirin. Li şêniyan ferz kir ku bi lîreya Tirkiyê bikirin û bifroşin da ku nasname, çand û dîroka herêmê biçewsîne. Istixbarata Tirkiyê dibistana Ezhar Efrîn li navenda bajarê Efrînê veguherand cihê îşkencekirina sivîlan. Dibistana El-Keramê li navenda bajêr veguherand girtîgeh û cihê îşkencekirine sivîlan.

Rewşa gelek dibistanan wisa ye, lê agahiyên girêdayî navên wê nehatin bidestxistin.

Ruxmî şertûmercên koçberiyê, lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên xwe li dijî şêniyên Efrînê yên ku li gundên kantona Şehba û gundên navçeya Şêrawa dimînin berdewam in. Ji wê zêdetir bizanabûn sivîlan dike û komkujiyan li dijî wan pêk tîne bi taybet zarokan.

Artêşa Tirk a dagirker li dijî zarokên Efrînê li navçeya Til Rifetê pêk anî. Di encamê de deh sivîl bûn qurban di van de 8 zarok. Her wiha di topbaranek din de, zarokek  ji şêniyên Til Rifetê şehîd ket û hinek din jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker ji êrişên xwe armanc dike timayên pêşiyên xwe yên osmanî pêk bîne, û siyaseta guhertina demografîk bimeşîne, herêmên dagir kirine ji Sûriyê qut bike û dîroka pêkhatyên wan herêman biçewsîne.

Girêdayî vî warî endama rêveber a Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Gulistan Ebdo diyar kir: "Artêşa Tirk a dagikrer û çeteyên wê navnedên perwerdeyên yên kantona EFrînê topbaran kirin, dibistan veguherandin baregehên leşkerî û cihên îşkencekirina şêniyên Efrînê."

Gulistan di nav gotinên xwe de got: “Artêşa Tirk a  dagirker sivîlan neçarî fêrbûna zimanê Tirkî dike û materyalên Tirkiyê li dibistanan ferz dike. Tevî daliqandina alên Tirkiyê û wêneyên Erdogan li dibistanan.

Di dawiyê de Gulistan teqez kir ku ruxmî dorpêça ku artêşa Tirk a dagirker û rêveberiya dewleta Sûriyê li herêmê ferz kirine û zehmetiyên  koçberiyê, lê berxwedana wan berdewam e. Gulistan bibrî xist, tevî wan şertan lê komîteyê dibistan ji zarokan re li Şehbayê vekirin.

(şx)

ANHA