10 moşek li baregeheke DYA‘yê ya li Iraqê ketin

Li dijî baregeha Tac a li bakurê paytexta Iraq, Bexdayê ku hêzên Amerîkayê dê de hene êrişeke bi moşekan hate kirin.

10 moşek li baregeheke DYA‘yê ya li Iraqê ketin
11 adar, 2020   18:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku 10 moşek bi tîpa "Katyusha" li baregeha Tac a li bakurê Bexdayê ketin ku hêzên Amerîkayê lê hene.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku tu ziyan çênebûn.