Komxbata Meclisa Jinên Sûriyê bi dawî bû

Komxebata Meclisa Jinên Sûriyê encamnameyê bi dawî bû.

Komxbata Meclisa Jinên Sûriyê bi dawî bû
5 adar, 2020   20:00
QAMIŞLO

Komxebata Meclisa Jinên Sûriyê ya li ser 'Rewşa jinê ya di nava qeyrana Sûriyeyê de’  li navçeya Amûdê piştî bi dawîbûna herdu rûniştinan bi xwendina encamnameyê bi dawî bû.

Encamname ji aliyê Koorînatora Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat ve hate xwendin.

Encamname wiha ye:

"Li ser vexwendina Meclisa Jinên Sûriyê di bin navê (Komxebata li se rewşa jinê ya di nava qeyrana Sûriyeyê: Bandorî, berxwedan û aso) li bajarê Amûdê ya herêma Cizîrê komxebatek berfireh hate lidarxistin. Derdora 160 kesyaetên jin ên siyasetmedar, fermandarên leşkerî, lêkolîner, akademîsyen, nûnerên sazî û rêxistinên civaka sivîl ên li ser asta Sûriyê beşdarî komxbatê bûn. Di komxbata ku rojekê dewam kir de beşdaran bandora aloziya Sûriyê di hemû aliyên civakî, derûn, aborî, hiqûqî û qanûnî de li jinan û rêbazên pêwîst ji bo bisînorkirinê, her wiha çawaniya parasatina destkeftinên ku jinan di nava aloziyê de bidest xistin, berxwedana ku di aliyê leşkerî, siyasî û doplomasî de raber kirin nîqaş kirin.

Beşdaran rola pêşeng a jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû qadan de, bi taybet rola YPJ‘ê ya tunekirina DAIŞ‘ê li ser erdê silav kirin.

Em di Rêveberiya Meclisa Jinên Sûriyê de spasiya hemû kesên ku beşdarî komxebatê bûne û bi nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman dikin. Em rêzepêşniyarên xwe ji raya giştî ya herêmî û xwecihî re radighînin ku xakên herî girîng ên ku di rûniştinên komxebatên de lihev kirine da ku çareseriyê pêk bînin û rê li ber bandora aloziya Sûriyê ya li dijî bigirin. Ev rêzepêşniyar xwe dispêre formên stratejîk û tektîkan ku dikare berxwedana jinan a li hemberî siyasetên desthilatdar, kolekî, binpêkirnên li dijî jinan bigirin û serkeftinên zêdetir pêk bînin,  her wiha ewlehî û aştiyê li herêmê pêk bîne.

Rêzepêşniyar ev in:

-Aktîvkirina peymanên rêxistinên civaka navdewletî yên derbarê têkoşîna li dijî binpêkirinên li ser jinan têne kirin, dê karibe sînorekî ji binpêkirinên li dijî jinên Sûriyê bi taybet ên ji aliyê komên islamî yê desteka xwe ji Tirkiyê digirin re deyne.

- Bisînorkirina destwerdanên herêmê bi taybet dewleta Tirk di karûbarê Sûriyê de, dê sûcên li dijî jinan li Sûriyê bi giştî û Bakurê wê bi taybet, yanî herêmên dagikirî (Efrîn, Idlib, Serêkaniyê, Girê Spî, Ezaz, Bab û Cerablusê) rawestin.

-Binpêkirinên li dijî jinan têne kirin dighêje asta sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiya, lew ra avakirina dadgeh cînayetên navdewletî taybet xwe ferz dike da ku hemû aliyên destên wan di van sûcan de hene werin darizandin. Her wiha divê parastin ji jinan re were peydakirin û mafên wan li gorî qanûn û peymanên mirovî yên navdewletî werin mîsogerkirin.

-Guhertina demografî û paqjiya etnîkî li ser erdê Sûriyê, bi taybet li herêmên dagirkirî yên ji aliyê Tirkiyê û çeteyên ve bandoreke kûr li jinan dike, azarên wê zêde dike û tenristî, dernû û fîzîka wê xirab dike. Di heman de çand neferetkirinê di navbera pêkhateyên Sûriyê de pêş dixe. Li ser vê yekê ji rêxistin û hêzên siyasî û reweşnbîr, hiqûqnas, siyasetmendar  ji bo rêgirtina li ber vî kiryarê xebatên xwe berfirhe bikin van kiryaran teşhîr bikin û Neteweyên Yekbûyî û saziyên wê neçar bikin da ku berpirsyartiyên xwe yên li beramberî jinan pêk bînin ku encamê de ewlehî û aştiya navdewletî pêş bikeve.

-Ji bo pirsgirêkên jinan ên dirûnî werin çareserkirin û jin tevlî civakê werin kirin, pêwîst bi proje û navendên pspor hene. Ev yek dikeve ser milên rêxisitnên navdewletî, hêzên heêrmê û xwecihî yên navdewletî da ku destekê bidin van proje û navendan.

-Ji ber rûxandina binsazî, koçberkirn û ferzkirina embargoyê piranî jin di xizaniyê de djiîn û di peydakirina debara jiyanê de zehmetiyan dikşînin. Lew ra pêwîstî bi projeyên aborî heye da ku derfetên kar ji jinan re peyda bike, rûmeta wê biparêze. Destekdayîna bi jinan re dikeve ser milê hêz û rêxisitnên navdewletî, herêmî û xwecihî.

-Ji ber jin ji herêmên cûda yên ku şer di navbera hikûmeta Sûriyê û çekdarên opozisyonê de ne, her wiha herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagiarkirin rastî heman sûc û binpêkirinan tên, ji bo ku jin azadî û mafên xwe biparêzin pêwîst bi pergeleke siyasî, hiqûqî, civakî nû heye, divê ev pergal di bin sîwana hemû rêxistin, sazî û navdeên têkildarî mafên jinên Sûriyê de be.

-Divê jin bi awayekî çalak beşdarî amadekirina destûra niştimanî ya welat bibe û derfetê were peydakirin ku rola xwe di ji nûvekirinê de bilîze ku mafên wê misoger bike û azarên wê kêm bike."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sLfFjbORbnk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>