Komxebata li Amûdê bi rûniştina duyemîn berdewam dike

Komxebata Meclisa Jinên Sûriyê bi rûniştina duyemîn a li ser çareserî û pêşinyarên ji bo rewşa jinê a di nava qeyranê de, çawaniya parastina destkeftî û mafên jinan di her qadan de didome. 

Komxebata li Amûdê bi rûniştina duyemîn berdewam dike
Komxebata li Amûdê bi rûniştina duyemîn berdewam dike
Komxebata li Amûdê bi rûniştina duyemîn berdewam dike
Komxebata li Amûdê bi rûniştina duyemîn berdewam dike
5 adar, 2020   18:51
QAMIŞLO

Komxebat Meclisa Jinên Sûriyeyê li navçeya Amûdê ya li ser 'Rewşa jinê ya di nava qeyrana Sûriyeyê de' li dar dixin di rûniştina duyemîn de didome.

Rûniştina duyemîn a ji 3 mijaran pêk dihat ji aliyê hevseroka Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê Lîlewa Abdullah, Berdevka Kongreya Star a Rojava Evin Siwêd, Rêveberiya Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Tundiya li ser Jinê Muna Ebduselam, Mafnas û Dadger di Meclîsa Dadmendiya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şîrîn Ibrahîm ve hate birêvebirin.

TÊKOŞÎNA LEŞKERÎ YA JINAN

Rûniştina duyemîn bi semînera ji hevseroka Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlewa Abdullah ve destpê kir. Lîlewa bal kişand ser şerê li Sûriyê rû dide û bandora wê ya li jinan. Lîlewa anî ziman ku jin qurbaniya yekem a şeran e, tu derfet di destê wan de tune bûn ku li hemberî van rewşan li ber xwe bide. Jin di rewşên şer de ne di aliyê siyasî û ne jî rêxistîn amade bûn."

Lîlewa Abdullah îşaret bi êrişa çeteyên DAIŞ‘ê ya 3‘ê Tebaxa 2014‘an a li dijî Şengalê kir û ev tişt got: "Çeteyên DAIŞ‘ê êrişî gund û çiyayên Şengalê kir, li dijî kurdên Êzidî komkujî pêk anîn, jin kuştin û bi hezaran jî sebî kirin û li bazaran firotin. Sedema vê yek ew ku tu makanîzmeya xweparastinê li cem jinan tunebû. Di vir de girîngiya xwebirêxistinkirin û xweparasatin derdikeve holê."

Lîlewa destnîşan kir ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di her qadan de xwe bi bêrxistin kirin, bi hezaran jin û zarok rizgar kirin û rolek pêşeng di parastina nirxêstin netewî lîstin. Lîlewa da zanîn ku di pêngavên leşkerî yên li dijî çeteyên DAIŞ‘ê de derdora 180 hezar kes di nava de bi hezaran jin hebûn hatin rizgarkirin.

Hevseroka Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlewa Abdullan anî ziman ku YPJ‘ê bûye çavkaniya îlhamê, bi dehan jin bi giyanê şoreşgerên enternasyonalîst di kesayeta şehîd Ivana Hoffman a Almanî û Helen a Brîtanî û heverên wan beşdarî YPJ‘ê bûn bû ji jinên cîhanê re bûne sembo."

TÊKOŞÎNA SIYASÎ

Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd li ser têkoşîna jinan di qada siyasî de semîner da.

Evîn got: "Tevî hemû zarên ku jinan li Rojhilata Navîn, bi taybet li Sûriyê kişandine jinan têkoşîna xwe ranewestand. Di civekê de ku adet û kevneşopiyên paşverû lê serwer e, li ber xwe de, da ku nasnameya xwe ya azad diyar bikin. Jinan di vê çarçoveyê de ji tecbûreya Yekitiya Star a ku di sala 2005‘an de hate damezirandin sûd wergirtin û di wê baweriyê de bûn ku şoreş dê bi jina zane ya rêxistinkirî û hevgirtina jinan ji hemû pêkhate û baweriyan biser bikeve."

Evîn Siwêd der barê têkoşîna jinan di qada siyasî de diyar kir ku jinan di avakirina pergeleke demokratîk de ked da, di vê pergalê de edalet û hevheviya herdu zayendan, hatiye rûniştandin, li ser vê esasî fikira jiyana hevbeş û hevpariya berpirsyartî û kar hate pêşniyarkirin.

Evîn, destnîşan kir ku gelek rêxistinên jinan mîna (Kongreya Star) hene ku di afrandina zemîna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û serkeftina wê de xebitîn û rê li ber jinan vekirin da ku rola xwe ya pêşeng di civakê de pêk bînin.

Evîn wiha domand: "Jin bi hemû hêz û enerjiya xwe beşdarî karê siyasî bûn. Îro em dibînin ku piraniya partiyên siyasî hewl didin tecrûbeya Rêveberiya Xweser mînak bigirin û jinan beşdar xwe bikin. Îro em dibînin di nava partiyên siyasî de meclis û buroyên taybet ên jinan hene."

Evîn bal kişand ku êrişên li ser herêmê hatin kirin di serî de jin û deskeftiyên wan dikin hedef û got: "Ev yek di êrişên çeteyên DAIŞ û dagirkeriya Tirk ên li ser Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Babê, Ezaz û Cerablusê derketin holê û hedefkirina siyasetmedar sekretêra Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevîn Xelef mînake herî ber bi çav a vê yekê ye. Texmîn kirin ku bi şehîdxisina Hevîn wê karibin îradeya jina azad bişkînin û jin dê ji projeya xwe ya banga azadî, wekhevî û edaletê pêşde vegere."

Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd bi bîr xistin ku pêngava jinan a "Rojava diparêzin" ku li zêdeyî 33 dewletên Ewropa û Amerîka û hin dewletên Rojhilata Navîn de hatin ragihandin, serkeftinek girîng ji bo hemû jinên cîhanê ne.

JIN ÇAWA XWE DI DESTÛRÊ DE BIPARÊZE?

Di rûniştina sêyemîn de çalakvanê jinan û endama rêveber a Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinê ya berê Mune Ebdulselam axivî û çawaniyê meşandina xebatan ji bo perwerdekirina jinan bi taybet ên ji aliyê derûnî ve astengiyan dikişînin, tevlikirina wan di civakê de û geşpêdana karînên wan ji bo ku bi awayekî çalakî rolek di civakê de bilîzin destnîşan kirin.

Mune rêzepêşniyarên ku piştgiriya rêxistinên jinan dikin pêşkêş kirin, ji bo ku tev li rêxistinên civaka sivîl bibin da ku bibe xwedî biryarek siyasî di civakê de.

Ji pêşniyarên ku Mune pêşkêş kirine: "Civaka sivîl bi desthilatan re kar bike, da ku maknîzmeyek guncew ji bo belavkirina mafên mirov û parastina mafên jinê ji civakê bimînin. Qanûn û peymanên navneteweyî bi taybet biryara bi hejmar 1325, peymana CEDAW ew maf diparêzin. Her wiha kar bike ji bo ku madeyek bi tevahiya lihevkirinên mafên mirovan îtîraf dike derbasî destûrê bike. Karînên rêxistinên civaka sivîl xurt bike û hewl bide bi civakên din re hevkar be da ku li dijî tundiya li ser jinê têk bikoşin. Desteyek hikumetê di tevahiya arên tundiya li dijî jinê pispore ava bike. Haletan lêkolîn bike û ji dadgehê re pêkêş bike tevî girtekên qanûnî bigire. Rêgeza hemwelatî, wekhevî  li hember qanûnê ji tevahiya hemwelatiyan re bê cudahî xurt bike. Hawîrdorek rast biafrîne  da ku jin karibe wekheviyê pêk bîne û di tevahiya waran de derfetên wek hev bidest bike. Avakirina pergala parastina qanûnî, vekirina jêrzemînên ewle, peydakirina xebatên tenduristî û civakî ji jinan re ji çîna bindest.

ÇAWA JIN JI ALIYÊ QANÛNÎ VE TÊ PARASTIN?

Di rûniştina çaramîn de hiqûqnas û dadwera Meclisa Edaletê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şirîn Îbrahîm têkildarî mijara çawa jin û mafên wê ji aliyê hiqûqî û qanûnî ve tê parastin li gel tevliheviyê û nezelalbûna dawiya aloziya Sûriyê tevî parastina mafên xwe di destûrê de di pêşerojê de.

Şêrîn di vî warî de gelek pêşniyar pêşkêş kirin jê: tevlêkirina jin di nûnertiya tevahiya gel û pêkhateyên Sûriyê de ji bo amadekirina çareseriyek herdem ji aloziyê re di serî de amadekirina hevpeymana civakî ku tê de rêgezên avakirina Sûriyê diyar dibe. Ew mîna destûra bilind di navbera gelan de ye. divê aliyên navneteweyî bêalî bin, ji aliyê xwe ve zextê li aliyên Sûriyê bikin ji bo ku her aliyek bi mafên aliyên din îtîraf bike bi şêwazekê ku wekheviyê di erk û mafan de dabîn dike. her dagirkirinek ji axa Sûriyê re red dike bi taybet dagirkeriya Tirk. Avêtina gavên hevpar ji bo derxistina dagirkerî û rakirina tevahiya girtekên guhertina demografîk li welêt. Tevlikirina jinên ku ji bûyera jinûvebicihkirinê zirar dîtine û dabînkirina tevlikirina wan di amadekirina plansaziyê û belavkirinê de di warên perwerdeyê de.

Danîn bernameyên dabînkirina jinên Sûriyê, tevî meşandina lêpirsînên çalak ên ku dê nasnameya berpirsên binpêkirinan diyar bikin. piştgiriya dabînê. Ev tişt bi rêya avakirina sandîqeyên endamtiyên ên taybet pêk tê. çalakkirina rola komîteya navneteweyî ya xaça sor ji bo parastina jinan, bi rêya orgenîzekirina dewreyên perwerdeyan b I endamên hêzên çekdar û komên opozîsyonê re li tevahiya cîhanê da ku pêwîstiyên jinan teqez bikin. birêxistinkirina hemleyên li dijî danûstandina nebaş bi jinan re di nav de tundiya derûnî. Divê aliyên nakok kar bikin û kiryarên xwe yên dijber rawestînin heta bigihêjin çareseriyek siyasî herdem. Pêkanîn biryara Meclisa Ewlehiyê ya bi hejmar 1325 û tevlêkirina jinan di çêkirina aştiyê de. Pêşkêşkirina serjimariyên fermî û avakirina navendan ji bo lêgerîna windahiyan li her parêzgehekê. Vegerandina milkên ku ji hêla dewletê ve hate desteser kirin. Rakirina qedexeya seferê li ser çalakvanan û vekişandina tevahiya tewanên li dijî wan. Rê bê dayîn ku alîkariyên mirovî, aşle û kadroyên desteyên xêrxwaziyê derbasî tevahiya herêman bibin. Ew rêxistin neyên hedefgirtin. Di nakokiyan de rewşê jinan di ber çavan re were derbaskirin. Rê bidin tevahiy desteyên çavdêr ên navneteweyî  û rêxistinên mafên mirovan ji bo ku derbasî herêmên nakok bibin û rewşa li wir bişopînin. Divê tevahiya alî desteka kedên jinan ên çalak li ser erdê bikin. yekser topbarankirina avahiya perwerdeyê bê rawestandin. Her wiha avahiyên perwerdeyê wek cihê girtin û koçberan neyên bikaranîn.  Divê civaka navneteweyî şîret li tevahiya dewletan bike ji bo ku teqemeniyan nefroşin tevahiya aliyên nakok. Ji ber ku di hedefgirtina cihên tenduristiyê tên bikaranîn. Ew teqemenî li gorî madeyên 6 û 7 ên peymana bazirganiya çekan li ser sivîlan xeter in. Divê Konseya Ewlehiyê dosyaya binpêkirinên li dijî jinan li Sûriyê bilivîne. Dadgehek navneteweyî ji bo darizandina sûcdaran li ser axa Sûriyê  werin avakirin."

Komxebatê wê bi dayîna encamnameya dawîn bidawî bibe.

(şx)

ANHA