Li herêma Cizîrê û Firatê rêzeçalakiyên 8`ê Adarê

Kongreya Star û rêveberiyên jin li herêma Firat û Cizîrê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê rêzeçalakî lidar xist.

Li herêma Cizîrê û Firatê rêzeçalakiyên 8`ê Adarê
Li herêma Cizîrê û Firatê rêzeçalakiyên 8`ê Adarê
Li herêma Cizîrê û Firatê rêzeçalakiyên 8`ê Adarê
Li herêma Cizîrê û Firatê rêzeçalakiyên 8`ê Adarê
Li herêma Cizîrê û Firatê rêzeçalakiyên 8`ê Adarê
Li herêma Cizîrê û Firatê rêzeçalakiyên 8`ê Adarê
Li herêma Cizîrê û Firatê rêzeçalakiyên 8`ê Adarê
Li herêma Cizîrê û Firatê rêzeçalakiyên 8`ê Adarê
Li herêma Cizîrê û Firatê rêzeçalakiyên 8`ê Adarê
Li herêma Cizîrê û Firatê rêzeçalakiyên 8`ê Adarê
Li herêma Cizîrê û Firatê rêzeçalakiyên 8`ê Adarê
Li herêma Cizîrê û Firatê rêzeçalakiyên 8`ê Adarê
5 adar, 2020   14:28
NAVENDA NÛÇEYAN

MINBIC

Jinên bajarê Minbicê ji bo wefedariya bi şehîdan re îro serdana gorên wan kir.

Di serdanê de dayika şehîd Mehmûd El-Îsa Hesna Tahir axivî û 8`ê Adarê li tevahî jinên Sûriyê û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Berdevka Fermî ya Meclisa Jinan Ibtîsam Abdullqadir jî wiha got:"Em îro ji bo em serbilindiya xwe bi şehîdan re diyar bikin û em 8`ê Adarê bi şehîdên xwe pêşwazî bikin, kom bûne."

Ibtîsam 8`ê Adarê li hemû dayikên şehîdan, hevjînên şehîdan û zarokên  şehîdan pîroz kir.

Paşê meclisa gul dan dayikên şehîdan.

KOBANÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/U0HSZVbKg68" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi dehan jin û pêkhateyên navçeya Sirîn a başûrê bajarê Kobanê 35 km li dibistana Sirîn 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir.

Di şahiyê de ji rêveberên Kongreya Star Ayişe Milî axivî û 8`ê Adarê pîroz kir.

Paşê ji rêveberên navenda El-Qezafî ya çand û huner a bajarokê Sirîn axivî û îşaret bi girîngiya berdewamkirina têkoşînê ji bo rizgarkirina jinan ji sînorên ku azadiyê wê, kir.

Paşê govend hat gerandin û şano li ser têkoşîna jinan hat pêşkêşkirin.

TILHEMÎS

Partiya Yekîtiya Demokratîk bi beşdariya dehan jin û şêniyên navçeyê civîna xwe li navenda Çand û Hunerê ya Til Hemîsê li dar xist.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê cîgira hevserokatiya PYD`ê şaxê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sema Bekdaş axivî û danasîna 8 Adarê kir. Semer bal kişand ser tundiya li dijî jinan û newekheviya di navbera jin û mêrên li kargeha Amerîka ya New Yourkê. Semer anî ziman, ku beşdariya mêran ji vê boneyê isbata serketina projeya Neteweya Demokraîk e, an ku projeya rêber Ocalan domdar amaje pê dike.

Semer Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî Şoreşa Jinê bi nav kir û wiha domand: "Bîrdoziya rizgariya jinan hebû û xwe li ser bingeha jin di qadên jiyanî de bibe xwedan rol û mohra xwe li şoreşa Sûriyê bixîne, sîstema li vir tê meşadin sîstemeke demoratîk, sîstama hevserokatiyê ye û di cîhanê de yekîm car ku jin beşdarî hikum dibe."

Piştî axaftin bi dawî bû, Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Hemîsê şanoyeke pêkenokî ku tê de jiyana jin û têkoşîna di nava civakê de daye meşandin, pêşandin.

TIRBESPIYÊ

Şandeyek jinan serdana navend û saziyên navçeya Tirbespiyê kirin û diyarî bi vê boneyê dan endaman. Şande ji endama Kongreya Star, jinên şaredariyên navçeya Tirbespiyê û saziyên navçeyê pêk dihat.

Şandeya jinan plaketa bîranînê ya wêneyê Hevrîn Xelef, wêneyê yadî Aqîde û şehîd Emara, pêşkêşî Yekîneyên Parastina Jin, endamên trafîk, Asayîş, navenda Hêzil a Çand û Hunerê kirin.

Şehîd Hevrîn 12‘ê Cotmeha 2019`an li ser destên artêşa Tirk a dagirker şehîd bû, her wiha yadê Aqîda jî di nava karwarê 13 Cotmeha 2019`an berê xwe dabûn Serêkaniyê bû û ji ber artêşa Tirk a dagirker karwan kir armanc, şehîd bû.Şehîd Emara Rênas jî 22 Cotmeha 2019`an li Girê Spî artêşa Tirk û çeteyên wê cenaze xerab kirin û di endamê de şehîd bû.

Saziyan, însiyatîfa jinên navçeyê spas kir û soza dimandina têkoşînê li ser bingeha azadiya jinê dan.

HESEKÊ

Bi boneya Roja Jinan a Cîhanî rêveberiya dibistana Ehmed Zeal a li bajarê Hesekê şahiyek bi beşdariya bi sedan xwendekar û şêniyan li dar xist.

Şahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê ji aliyê xwendekarên dibistanê ve helbest hatin xwendin, govend geriya, stran hatin vegotin û şano pêşandin.

Stran û helbestên hatin gotin, behsa girîngiya rola jinan di civakê de kirin, berxwedana gelên herêmê li dijî komên çeteyan û artêşa Tirk dan der.

Her wiha şaneyê jî qala bindestiya jin di pêvajoya dîrokê de tê re derbasbûyî û binpêkirina mafan kir.

Paşê xwendekara bi navê Lava Ehmed der barê 8‘ê Adarê de axivî û bal kişand ser girîngiya vê rojê.

Di dawiya şahiyê de govend hate gerandin.

 (eh)

ANHA