Pûtîn û Erdogan li Moskovê li hev civiyan

Têkildarî rewşa Idlibê, civîna serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Moskovê dest pê kir.

Pûtîn û Erdogan li Moskovê li hev civiyan
5 adar, 2020   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate zanîn ku di civînê de Pûtîn ji Erdogan re got: "Pêdiviya rewşa Sûriyê bi diyalogên rasterast di navbera me de heye. Da ku bûyer dubare nebin, em ê rewşê baş binirxînin, artêşa Sûriyê cihê Tirkan nas nake."

Piştî şerê dijwar ê li Idlibê rû dide, têkiliyên Rûsya û Tirkiyê aloz bûn, 3 caran her du dewlet li hev kom bûn, lê dîsa jî negihaştin encamekê.

(eh)