HRE: Em hevrêyê xwe Serhildan Sason bi rêzdarî bi bîr tînin

HRE’yê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir. HRE’yê diyar kir ku şervanê wan Serhildan Sason (Adem Îrtem) di 3’yê Adarê de li Efrînê şehîd bûye.

HRE: Em hevrêyê xwe Serhildan Sason bi rêzdarî bi bîr tînin
5 adar, 2020   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) de hate destnîşankirin ku şervanê wan Serhildan Sason (Adem Îrtem) di 3’yê Adarê de li Efrînê di qonaxa duyemîn a berxwadana Efrînê de şehîd bûye û wiha hate gotin: “Em di şexsê hevrê Serhildan Sason de tevahî şehîdên leheng bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”

Di daxuyaniya HRE’yê de wiha hate gotin:

“Di 3’yê Adarê de şervanê me Serhildan Sason di qonaxa duyemîn a berxwedana Efrînê de li Efrînê şehît ket.

Hevrê Serhildan, di nava malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Di têkoşîn û berxwedana me ya li dijî dagirkeran de bi şervantiya xwe roleke girîng lîst. Li dijî dagirkerî, qirqirin û her cure paşverûtiyê bi hêrseke mezin û sekna xwe ya têkoşer sekinî. Hevrê Serhildan, di nava refên berxwedanê de erk û berpirsyariyên ku diketin ser milên wî, bi serkeftî bi cih anîn û tev li karwanê şehîdan bû.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;

 

Nasnav: Serhildan Sason
Nav û Paşnav: Adem Îrtem
Navê Dayikê: Zîynet
Navê Bav: Yasîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Qonaxa duyemîn a berxwedana Efrînê / 3 Adar 2020

Em di şexsê hevrê Serhildan Sason de tevahî şehîdên leheng bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”