Elîzabêt Gewriyê: Di avakirina Sûriyeke azad de divê jin hevgirtî bin

Elîzabêt Gewriyê di komxebata Meclisa Jinên Sûriyê de axivî û bal kişand ser projeyên artêşa Tirk ku berî her tiştî jinan dike armanc û banga hevgirtinê û avakirina Sûriyê li ser bingeha wekheviyê kir.

Elîzabêt Gewriyê: Di avakirina Sûriyeke azad de divê jin hevgirtî bin
5 adar, 2020   11:38
QAMIŞLO

Vê sibê li navçeya Amûdê û bi beşdarbûna 100 endamên ji herêmên Sûriyê, komxebata Meclisa Jinên Sûriyê ya têkildarî nirxandina rewşa jinan di nava aloziya Sûriyê de, dest pê kir.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elîzabêt Îsa Gewriyê di komxebatê de axivî û wiha got: "Bi armanca şikandina vîna jinên sûrî, desthilata şovenîst projeyên xwe dan meşandin û ev 9 sal e Sûriye di nava qeyranê de ye, lewma erka diket ser milê me têkoşîn û diyaloga bi hemû gel û jinên Sûriyê re bû."

Elîzabêt bal kişand ser projeyên dewleta Tirk a dagirker û anî ziman ku ji ber êrişên artêşa Tirk bi hezaran sûrî koçber bûn, ji Babê bigire heta Cerablus, Efrîn û Serêkaniyê derkeve, ji ber vê yekê aloziya Sûriyê tenê zindîkirina komên terorîst û piştgiriya artêşa Tirk e ku di serê pêşîn de jinan dike armanc.

Elîzabêt diyar kir ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve jin rastî êş û azarê tên, mînaka vê yekê jî jinên êzidî, suryanî û aşûrî ne ku hîn jî çarenûsa piraniya wan ne diyar e.

Her wiha Elîzabêt amaje bi rola jinan di qadên siyasî û civakî de kir û pê de çû: "Heke ne ji birêxistinkirina jinan bûya, em îro li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nedigihaştin vê astê, em baş dizanin ku jin bingeh e û esasê avakirina Sûriyê ye û bidestxistina armancên jinan di destûra Sûriyê ya nû de dibe xwedan rol."

Di dawiya axaftina xwe de cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dayik û malbatên şehîdan silav kirin û hêviya serkeftinê ji hemû jinan re xwest.

Piştî axaftinê sînevîzyona têkildarî binpêkirinên der heqê jinan û berxwedana li dijî van binpêkirinan, hate pêşandan. Bernameya komxebatê hîn jî berdewam e.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QkWSvn5YL5s" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>