Çalakgerên Qamişlo çalakiya xwe bi teqezkirina berdewamkirina têkoşînê heya şikandina tecrîdê bidaw kirin

Şêniyên kantona Qamişlo piştî naskirina rewaş Rêber Abdullah Ocalan û pêkhatina hevdîtina malbat û parêzeran çalakiya xwe bi daxuyaniyekê bi dawî kirin.

Çalakgerên Qamişlo çalakiya xwe bi teqezkirina berdewamkirina têkoşînê heya şikandina tecrîdê bidaw kirin
Çalakgerên Qamişlo çalakiya xwe bi teqezkirina berdewamkirina têkoşînê heya şikandina tecrîdê bidaw kirin
Çalakgerên Qamişlo çalakiya xwe bi teqezkirina berdewamkirina têkoşînê heya şikandina tecrîdê bidaw kirin
4 adar, 2020   16:14
QAMIŞLO

Piştî ku desthilatên Tirkiyê di 27`ê Sibatê de bi zanabûn şewat li girava Îmraliyê pêk anî, şêniyên kantona Qamişlo çalakiya konvedanê li ber avahiya Komseriya NY`î li bajarê Qamişlo lidar xist. Çalakî heya 7 rojan berdewam kir. Şêniyên kantonê bi dorê li gorî rêzê dewr girtin. Şêniyên bajarê Qamişlo, Qamişlo Xerbî, Qamişlo Şerqî, navçeya Amûde, navçeya Tirbespiyê, bajarokê Çil Axa, navçeya Til Koçer, navçeya Girkê Legê, bajarokê Rimêlan û navçeya Dêrikê.

Konê çalakiyê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên “Em dixwazin di zûtirîn dem de parêzer serdana Îmraliyê bikin”, “Azadî ji Rêber Ocalan”, “Em ê destên digihêjin Serokê me bişkînin” hatibû xemilandin. Jinên ku tev li çalakiyê bûne kirasên spî ku wêneyê Rêber Ocalan li ser e lixwe kirin. her wiha sloganên silavkirina berxwedana Îmraliyê berz kirin.

Çalakî îro piştî ku desthilatên Tirkiyê bersîva daxwazên şêniyên Rojava kirin, rewşa Rêber Ocalan eşkere kir û destûr da serdana parêzer û malbatê bi dawî bû. Parêzerên buroya serdemê piştî serdanê daxuyaniyek dan û rewşa Rêber Ocalan eşkere kirin.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan bi navê çalakgeran axivî û got: "Piştî ku kurdistaniyan li Kurdistan û Ewropayê agahiya pêkhatina şewatekê li girava Îmraliyê di 27`ê Sibatê de bihîsin, hemû daketin qadan û çalakî orgenîze kirin. Bi rêya wan çalakiyan rave kirin ku heta eşkerekirina rewşa Rêber Ocalan ew ê asta têkoşînê mezin bikin. Îro piştî daxuyaniya parêzerên Rêber Ocalan ku hevdîtin pêk hatiye û rewşa Rêber Ocalan baş e, em radigihînin ku em çalakiya xwe li kantona Qamişlo bidawî dikin."

Ebdulkerîm Saroxan spasiya hemû çalakgeran kir û teqez kir ku çalakiyên pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan heya şikandina tecrîdê berdewam in.

(şx)

ANHA