Şaredariyên Tirbespiyê projeyên xwe eşkere kirin

Şaredariyên Gel ên navçeya Tirbespiyê projeyên xwe yên nîvê sala 2020‘an diyar kir. Proje ji aliyê Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo û Desteya Şaredariyan ve hate erêkirin.

Şaredariyên Tirbespiyê projeyên xwe eşkere kirin
Şaredariyên Tirbespiyê projeyên xwe eşkere kirin
Şaredariyên Tirbespiyê projeyên xwe eşkere kirin
2 adar, 2020   16:57
QAMIŞLO

Di civîneke berfireh de ku  endamên Şaredariya Gel a Navçeya Tirbespiyê û bajarokên wê "Maşûq, Til Marûf, Hilwa û Ebû Firi", Hevserokatiya Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo, Desteya Şaredariyan amade bûne, projeyaên çareya yekem û çareya duyem a sala 2020‘an  hatin nîqaşkirin.  Proje ji aliyê Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo û Desteya Şaredariyan ve hate erêkrin û budceya projeyên nîvê sala hate diyarkirin.

Ji sedî 10 budce ji bo buroyên jin ên şaredariyan hate veqedan.

Hevserokê Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo Mesûd Yûsif ji ANHA‘yê re diyar kir ku proje li gorî girîngiya wan têne erêkirin û budceya her projeyekê di ber çavan re tê derbaskirin.

Yûsif destnîşan kir ku budceyên projeyên 2020‘an li gorî du beşan "Çareya yekem û çareya duyem" hatine veqetandin, piştre dê budceya çareya sêyemîn û çaremîn di destpêka Hezîranê de were danîn. Yûsif anî ziman ku piraniya projeyan girêdayî zift, kevirin hûr û xetên kanalîzasyonê ne.

ANHA