Rayedarekî Alman: Gefên Erdogan qîrîna hawariyê ji Ewropayê ne

Serokê Komîteya Siyaseta Derve ya Almanyayê Norbert Rottgen, bergiriyên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên dawîn wek "qîrîna hawariya ji Ewropayê” wesif kir.

Rayedarekî Alman: Gefên Erdogan qîrîna hawariyê ji Ewropayê ne
1 adar, 2020   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Komîteya Siyaseta Derve ya Almanyayê û siyasetmedarê Partiya Yekitiya Demokratîk a Xiristiyan Norbert Rottgen anî ziman ku bangewazî şeklekî gefan ê li Ewropayê ye û got: “Pêdivîya me bi fêmkirina  bi vî rengî heye, ne wekî provokasyonekê.”

Rottgen destnîşan kir ku Erdogan di hewldana hevkariya Rûsya û Sûriyê de bi bin ket, lewma bi vê rêbazê tev digere û divê  Ewropa alîkariya penaberên niha li ser sînor in, bike.

Duh serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi sedema nepêşkêşkirina alîkariyan jê re li Sûriyê, êrişî Ewropayê kir û gefa vekirina sînor li pêş koçberan xwar.

Berî niha Erdogan gotibû ku welatê wî sînorê xwe yê bi Yekitiya Ewropayê (YE) re ji bo penaberên Sûriyê vekiriye, her wiha duh wezîrê karên derve yê Tirkiyê Suleyman Soylu  jî got zêdetirî 47 hezar koçber ji Tirkiyê ber bi dewletên YE’yê ve çûn.

(eh)