Ji odeyeke axî ya biçûk bû girîngtirîn çavkaniya çapemeniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) di odeyeke axî ya biçûk de dest pê kir û heta niha hewl da ku bibe çavê civakê. Di salên borî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê  bû girîngtirîn çavkaniya çapemeniyê.

Ji odeyeke axî ya biçûk bû girîngtirîn çavkaniya çapemeniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Ji odeyeke axî ya biçûk bû girîngtirîn çavkaniya çapemeniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Ji odeyeke axî ya biçûk bû girîngtirîn çavkaniya çapemeniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Ji odeyeke axî ya biçûk bû girîngtirîn çavkaniya çapemeniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Ji odeyeke axî ya biçûk bû girîngtirîn çavkaniya çapemeniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Ji odeyeke axî ya biçûk bû girîngtirîn çavkaniya çapemeniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê
1 adar, 2020   05:35
QAMIŞLO

Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) di 1`ê Adara 2013 de, piştî destpêkirina tevgera gel li Rojhilata Navîn bi taybet li Sûriyê, ji aliyê hejmareke rojnamegerên Kurd ve hat avakirin. Armanca ajansê ew bû ku deng û berxwedana gel li gorî pîvan û bingehên netewa demokraîtk bigihîne raya giştî ya hundir û derve.

RASTIYA HERÊMÊ RAGIHAND REYA GIŞTÎ

Berpirsên ANHA`yê ketin ferqê ku pêwîstî bi saziyeke çapemeniyê heye ku karibe rastiya herêmê ji raya giştî re parve bike û bigihîne dezgehên çapemeniyê yên herêmî û yên derve. Ji ber vê yekê hejmareke kesên bi çapemeniyê û tevgera gelêrî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, mijul dibin di 1`ê Adara 2013`an de Ajansa Nûçeyan a Hawarê ava kirin.

Edîtorê Rêveber yê ANHA`yê Dilşad Cûdî diyar kir ku armaca wan veguhestina bûyerên li herêmê rû didin, ragihînin raya giştî bû.

Cûdî got: “Me bi hêjmarek kêm û di odeyek axî ya biçûk de li bajarê Qamişlo, dest bi xebatê kir.”

KEDEK MEZIN HAT DAYÎN

Bi pêşketina bûyerên li Sûriyê re û guhertina berê şoreşa Sûriyê ji ber destwerdanên derve ji şoreşeke ku daxwaza azadî û demokrasiyê dikir veguher şoreşeke çekdarî. Ji bo ku li gorî pêşketinên bi lez bi rê ve biçin ji berpirsên ajansê hat xwestin ku kedekî mezintir bidin. Ji ber vê yekê rêveberiya ajansê li gorî pêvajoyê hewl da ku karê xwe li piraniya hermên Sûriyê, berfireh bike.

Dilşad Cûdî axaftina xwe wiha domand: “Bi pêşketina bûyeran li Sûriyeyê re, rêveberiya ANHA`yê bi awayekî dînamîkî hewl da ku xebatkarên ragihandinê bi pêş bixe û wan li piraniya herêmên Sûriyê wek Şam, Heleb, Siwêda, Efrîn, Kobanê, Cizîrê û Reqayê belav bike.”

Bi bûyerên li Sûriyê diqewimîn re, ajansê xwest karê xwe berfireh bike û bi pêş bixe. Di vê der barê de gavên girîng avêtin ku karên çapemeniyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêş xistin. ANHA yekemîn ajansa ku girîngiyê dide dozên hemû pêkhateyên li herêmê û nûçeyên xwe bi gelek zimanan; Erebî, Kurdî, Tirkî, Rûsî, Îngilîzî û Ispanî diweşîne ye.

BI PISPORÎ KARKIRIN

Ajansa Nûçeyan a Hawar ne tenê bûyerên li herêmê dişopand, heman deme de bal kişand ser dozên civakî, xizmetgûzarî, siyasî û ji her dozekê re beşekî taybet ava kir. Beşa jin têkildarî doza jinan û rola jinê di civakê û şoreşê de, beşa siyasî jî ji bo belavkirina nûçeyên siyasî yên girîndayî Sûriyê û herêmê, beşa cîhanê û Rojhilata Navîn jî nûçe û bûyerên li Rojhilata Navîn û bandora wan li Sûriyê dişopîne. Her wiha beşa ciwanan aktîvîte û çalakiyên ciwanan radigihîne û rola wan di bûyerên li herêmê de nîşan dide.

Edîtora beşa jin Sozdar Weqas da zanîn ku di veguhestina têgeha jina azad û berxwedana jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha rola jinan di hemû qadên xizmetgûzarî, tenduristî, civakî, leşkerî, rêveberî û siyasetê de ji bo raya giştî, beşa jin xwedî girîngiyeke mezin e.

Endamê beşa cîhanê û Rojhilata Navîn ê ajansê Yehye El-Hebîb, wiha got: "Em nûçeyên cîhanî bi rêya ajansan dişopînin û têkiliyê bi kesayet, lêkolîner, şîrovekar û akademisyenan re datînin. Her wiha em bûyerên li Rojhilata Navîn û yên girêdayî dewletên cîhanê analîz dikin."

ANHA di rêwîtiya xwe de rastî gelek zehmetî û astengiyan hat. Wekî kêm hejmara nûçegihanan, kêmbûna pisportiya di qada çapemeniyê de her wiha kêm derfetî û kêmbûna alavên kar.  Ji ber ku xebatê çapemeniyê beriya şoreşa Sûriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê rejîma Sûriyê ve, qedexe bû.

Dilşad Cûdî daxuyand ku salên destpêkê yên xebatê ajansê, wek qonaxa avakirinê tê hesibandin û pêşxistina xebatkarên wê li gorî pîvanên çapemeniya azad a ku gihandina dengê civakê ji raya giştî re armanc dike. Di salên dawîn de, ajansê hewl da ku xebatê xwe bi pisportî bimeşîne. Li ser wê yekê, li navendên ajansên ên li herêmên Bakur û Rojihilatê Sûriyê û li navenda giştî,  dewreyên perwerdeyê vekir.

Niha bi dehan navendên ajansê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene. Ev navend bûyerên li wan herêman û karên di qadên siyasî, xizmetgûzarî, ewlehî û civakî de dişopîne. Her wiha hewl dide ku di veguhsetina bûyerê de, çavkaniya yekemîn a pêbawer be.

DI HER ŞERT Û MERCAN DE RASTÎ RAGIHANDIN Û DI OXIRÊ DE ŞEHÎD BÛN

Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) yek ji dezgehên çapemeniyê yên girîng li Sûriyê ye û baweriya xwe di nava dezgehên çapemeniyê yên herêmî û cîhanê de ava kiriye.

ANHA`yê hemû pêngavên rizgarkirina herêmên Bakur û Rohilatê Sûriyê ji çeteyan şopand. Di dema şopandina pevçûnên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û çeteyên DAIŞ`ê de li herêmên Dêra Zorê, nûçegihanên ajansê Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed di 12` Cotmeha 2017`an de şehîd bûn. Nûçegihan Rizgar Denîz jî di heman rojê de birîndar bû û biştre ji ber giraniya birînan şehîd bû. Di 13`ê Cotmeha 2019`an de jî nûçegihan Seed Ehemd di dema şopandina karwanê sivîlan ya diçû bajarê Serêniyê, piştî êrişên dewleta Tirk, şehîd bû.

PÊŞKETINEKE ÇAPEMENIYÊ

Di 7 salên xebatê de, ANHA`yê karîbû  pêşketineke çapemeniyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbike. Her wiha bal kişand ser hemû pêşketin, bûyer û guhertinên li herêmên û bi dehan xebatkarên ragihandinê yên li herêmê kar dikin, perwerde kir.

ANHA`yê her wiha ji destpêka damezrandina xwe ve, hemû geşedan û pêngavên rêxistinî, leşkerî, xizmetgûzarî, siyasî, civakî, zanisît, perwerdeyî û fêrkirinê belge kir.

HEWL DIDE DI XEBATA ÇAPEMENIYÊ DE BIGIHÎNE PISPORIYÊ

Dilşad Cûdî diyar kir ku Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) di dema niha de hewl dide ku nûçegihanan li herêmên ku bandorê li rewşa Sûriyê û paytextên sereke yên Rojhilata Navîn dikin, amade bike. Cûdî wiha pêde çû: “Hewldanên me yên amadekirina nûçegihanan li gelek dewletên cîhanê ku bandoreke mezin li qada siyasî ya Sûriyê dikin, hene. Beriya her tiştî em pisportiya di xebatê çapemeniyê de armanc dikin û amadekirina kadroyekî ragihandinê ku li gorî pêvajoyê bi rê ve biçe, dikin. Her wiha gihandina dengê gel û şîrovekirina rastiyê weke ku li ser erdê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî û li Sûriyê bi giştî ji bo raya gistî, armanc dikin.”

Her wiha tunekirina zihniyeta çapemeniyê ya desthilatdar a girêdayî zihniyeta mêrdestiyê û ji civakê qut e, avakirina fikrekî girêdayî civakê, derxistina çapemeniyê ji bin hegemoniya desthilatê, xistina ragihandinê di xizmeta gelan de û xurtkirina saziyên çapemeniyên yên altirnatîf ji armancên siyasî yên ANHA`yê ne. ANHA pîvanên jiyana hevbeş û demokratîk, dîrokî û felsefeya şaristaniya demokratîk ji xwe bingeh digire û li gorî pîvanên çapemeniya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê, xebatên xwe dimeşîne.

Dilşad Cûdî wiha da zanîn: "Ji bo pênasekirin, parastin û pêşxistina nasname, çand û dîroka gelê Kurd û hemû gelên bindest yên tên înkarkirin û di qirkirina laş û çandî re derbas dibin, em berxwedan û têkoşîna di qada çapemeniyê de armanc dikin."

(cx)

ANHA