ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01 -03-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01 -03-2020
1 adar, 2020   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi armanca ku agahî li ser  rewşa tenuristî ya Rêber Abdullah Ocalan bê girtin, wê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Qamişlo sersaxiyê ji malbata şehîdê QSD‘ê Enes Ehmed Selama re dixwazin, konê sersaxiyê li ber mala malbata şehîd a li taxa Cûdî (Qenat Siwês) tê vedan, saet 10:30‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Weqfta Jinên Rewşenbîr mîhrîcana 5‘emîn a wêje û hunera jinê li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo lidar dixe, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso got: “Helwesta gelê herêmê cidî ye. Heya eşkerekirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan em ê liber xwe bidin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) di odeyeke axî ya biçûk de dest pê kir û heta niha hewl da ku bibe çavê civakê. Di salên borî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê  bû girîngtirîn çavkaniya çapemeniyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberê ji Idlibê yê bi navê Malik Absî El-Abras û gihiştiye herêmên Rêveberiya Xweser got: “Me mal û milkên xwe li pey xwe hiştin. Herêm bûye qada nakokiyên navneteweyî yê ji bo  hegemoniyê. Lê yê ku berdêla van nakokiyan dide gelê sivîl e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di êrîşên komên çete yên ser bi Tirkiyê ve birîndar bûn û şahidê êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser sivîlan kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Qaymeqamê navçeya Sinûnê ya Şengalê Xwedîda Cokî bi navê êzidiyan avakirina kampa çeteyên DAIŞ‘ê li nêzî Şengal red kir û got divê biryar di destê Êzidiyan û rêveberiya wan de be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Bêrîvan Qereçox 8‘ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û got: "Jinên Rojava bi taybet şervanên YPJ‘ê yên ku serkeftinên mezin bidest xistin ji jinên cîhanê re bûne mînak,." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Heger mûzakeriya lihevkirina ewlehî û leşkerî ya Erdogan û serokê hikûmeta Wîfaqê Fayîz El-Serac di guhertina hevsengiyan li ser erdê û pêkanîna armancên Tirkiyê di rojhilatê Deryaya Spî de biser nekeve mîna Sûriyê, dê Lîbyayê veguherî çiravek ji serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan. (BI WÊNE).

CÎHAN

-Di hefteya derbasbûyî de li Sûriyê pêşketinên daramatîk rû dan, di encamê de leşkerên Tirkiyê buhayê sergermiya Erdogan didin. Çavdêr dibêjin ku ev yek ji bo Enqereyê nameyek e ku eger Tirkiye daxwazên Rûsyayê pêk neyne, ew ê bêtir bi pêş de here. Li Iraqê jî piştî binkeftina parlamantoyê ya amadekirina hikûmeta nû alozî didome. Vîrûsa Korona li cîhanê belav dibe. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

- Mihyedîn Şamliyan ji bajarê Kobanê ye û  ji bavê xwe pîşeya biriqandina cewher û çêkirina tizbiyan girtiye. Her wiha  berhemên dîrokî restore dike û diparêze da ku winda nebe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê azarên astengdaran zêde kir. Ji bile Rêveberiya Xweser tu rêxistinên mirovî yên navdewletî erkên xwe bi cih neanîn.

ANHA