Ciwanên Hesekê: Divê bi lez hevdîtin bi Ocalan re were kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li bajarê Hesekê têkildarî şewata li Îmraliyê û bi amranca agahî ji Rêber Abdullah Ocalan were girtin meşek li dar xist.

Ciwanên Hesekê: Divê bi lez hevdîtin bi Ocalan re were kirin
Ciwanên Hesekê: Divê bi lez hevdîtin bi Ocalan re were kirin
Ciwanên Hesekê: Divê bi lez hevdîtin bi Ocalan re were kirin
Ciwanên Hesekê: Divê bi lez hevdîtin bi Ocalan re were kirin
29 sibat, 2020   19:08
HESEKÊ

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî şewata li Îmraliyê der ket û ji bo ku bi lez hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re were kirin û rewşa wî ya tenduristî were eşkerekirin di nava çalakiyan de ne.

Li bajarê Hesekê bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşek hate lidarxistin.

Bi sedan ciwan beşdarî meşê bûn.

Meş ji ber çerxerêya Sînalkoi ya taxa Til Hecer ber bi konê çalakiyê yê li taxa Kelasê hatiye venda ve destpê kir. Ciwanan di meşê de posterên Rêber Abdullah Ocalan û  meşle hilda bûn û dirûşmeyên ji Ocalan re azadî qîr kir.

Meş li ber konê çalakiyê veguherî mîtîngê. Endamê Rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Alan Bêkes kiryarên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got, ew ê çalakiyan berdewam bikin heta Ocalan azad bibe.

Bêkes, bang li civaka navdewletî û rêxistinên mirovî kir ku erkê xwe yên li hemberî şewata bi zanebûn a ku li girava Îmraliyê derket bi cih bînin.

Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Ahîn Elî jî diyar kir ku dewleta Tirk bi ferzkirina cezayan li ser Rêber Abdullah Ocalan hewl dide îradeya gelê herêmê bişkîne û got: "Em ê heta dawiyê ji bo azadiya rêberê xwe têkbikoşin.

Em ciwanên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ê di nava çalakayan de heta agahiyekê der barê rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan nas bikin. Em bang dikin divê bi lez parêzer hevdîtinê bi Ocalan re bikin û agahî li ser tenduristiya wî bigirin."

Çalakî bi dirûşmeyên şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

ANHA