HRE`yê nasnameya şervanekî xwe yê Ereb eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE)bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir.

HRE`yê nasnameya şervanekî xwe yê Ereb eşkere kir
26 sibat, 2020   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN

 

Daxuyanî wiha ye:

"Di roja 24`ê Sibatê de şervanê me Dilşêr Kefer Nasih, di encama êrişeke artêşa dagirker û çeteyên wê de şehîd ket.

Hevrê Dilşêr, di nava malbatek ereb de ji dayik dibe. Di têkoşîna li dijî êrişên dagirkeriyê de cihê xwe girt, bû şervanekî rûmetê. Hevrê Dilşêr, ji têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Ereb û Kurd bawer kir, li dijî her cure paşverûtiyê wek şervanekî bibiryar sekinî û tevlî karwana şehîdan bû.

Nasnama rêhevalê me şehîd wiha ye;

Nasnav: Dilşêr Kefer Nasih

Nav û Paşnav: Elî Kenco

Navê Dayikê: Xalya

Navê Bav: Mihemed

Cih û dîroka şehadetê: Qonaxa duyemîn ya berxwedana Efrînê / 24 Sibat 2020

Em di şexsê hevrê Dilşêr de tevahî şehîdên leheng bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."

(kc)