Meclisa Jinan a Sûriyê kuştina Huda El-Elî û zarokê wê şermezar kir

Meclisa Jinan a Sûriyê şaxê herêma Firatê sûcê kuştinê yê li dijî Huda El-Elî û zarokê wê şermezar kir û bang li sazî û aliyên têkildar kir ku bûyera kuştinê paşguh nekin û wekî bûyereke ji rêzê nebînin.

Meclisa Jinan a Sûriyê kuştina Huda El-Elî û zarokê wê şermezar kir
26 sibat, 2020   13:14
KOBANÊ

Şêniyê bi navê Husên Evdo Emo ji şêniyên gundê Derbazina Jorîn ê rojavayê kantona Kobanê, di 22’yê Sibatê de hevjîna xwe û zarokê wê li daristana li rojavayê bajêr, kuştin.

Li ser bûyerê, Meclisa Jinan a Sûriyê şaxê Kobanê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir. Rêvebera meclisê Emel Ehmed bi beşdariya bi dehan endamên saziyên sivîl ên kantonê, daxuyanî xwend.

Daxuyaniya Meclisa Jinan a Sûriyê şaxê Kobanê wiha ye:

“Bûyerên destdirêjiya li ser jinan bi awayekî metirsîdar, dubare dibin û digihêjin asta kuştin û xwekuştinê. Ev yek desnîşan dike ku civakên me hîna nebûne faktorên piştgirî û ewlehiya jinan. Her wiha hê jî jin xeleka lawaz di avakirina civakê de ye. Herî dawî jî tundiya civakê bi awayekî kirêt bi kuştina jina bi navê Huda El-Elî û zarokê wê bi keviran, derket holê."

Me texmîn dikir ku ew rêbazê kuştinê tenê li cem çeteyên DAIŞ`ê heye û civakên ku neketine bin bandorên vê rêxistina terorîst, van kiryaran pêk naynin. Bi wê re jî kûrahiya alozî û azarên ku jin dijîn, eşkere dibe û zihniyeta destpotî ya mêrdestiyê di civakên me de diyar dibe. Her wiha pirsgirêka civaka me ya dan û standina bi jinan re, ne tenê pirsgirêka desthilat an jî qanûnan e,  lê belê pirsgirêk girêdayî xweza, binesazî, nêrîna civakê û têkiliya endamên wê bi hev re ye.

Wek Meclisa Jinan a Sûriyê vî sûcê hov bi tundî şermezar dikin. Dûrî sedemên pêkanîna vê sûcî, em destnîşan dikin ku ev bûyer berdewama zîhniyeta serdestiya mêran, lawazkirina jinan û paşguhkirina qîma jinan û jiyana wan de ye. Detayên vê sûcê misoger dikin ku hewaseke cinsî ya mêrdestî û nakokiyên eşîrtî di dan û standina bi jinan re heye.

Em bang li sazî û aliyên aktîf ji rêxistinên hiqûqî, qanûnî, rêxistinên jinan, rêxistinên civaka sivîl rêveberiyên sivîl û hêzên siyasî dikin ku daxuyaniyekê der barê vî sûcî de bidin û nehêlin ku ev bûyer wek bûyere ji rêzê derbas bibe. Em israr dikin ku  ev bûyer bê redkirin û şermezarkirin. Her wiha divê em hewl bidin ku sûcên bi vê rengî dubare nebin. Ew jî bi xebata sepandina nirxa mirovî ya jin û mêran re û wekheviya di jiyan û rûmeta mirovî de bi rêya têkoşîn û hevgirtinê pêkan e.

Na ji berdewama sûc re, na ji bêdengiya wê re û na ji qebûlkirina wê re ku mijareke normal e.”

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/V01SqGpiA-w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>