Komîteya Fêrkirin û Perwerdê ya Reqayê yekemîn turnuvaya baskêtboolê ji jinan re organîze kir

Bi diruşma" werzîş ji tevan re ye" îro Komîteya Fêrkirin û Perwerdê û Komîteya Ciwanan û Werzîşê bi hevkariya bi tîma Ciwanên Afaq a dilxwaz re turnuvaya dibistanan a baskêtboolê ji jinana re li bajarê Reqayê ku dê 3 rojan berdewam bike, vekir.

Komîteya Fêrkirin û Perwerdê ya Reqayê yekemîn turnuvaya baskêtboolê ji jinan re organîze kir
Komîteya Fêrkirin û Perwerdê ya Reqayê yekemîn turnuvaya baskêtboolê ji jinan re organîze kir
Komîteya Fêrkirin û Perwerdê ya Reqayê yekemîn turnuvaya baskêtboolê ji jinan re organîze kir
Komîteya Fêrkirin û Perwerdê ya Reqayê yekemîn turnuvaya baskêtboolê ji jinan re organîze kir
26 sibat, 2020   13:26
REQA

Ev turnuva Komîteya Fêrkirin û Perwerdê û Komîteya Ciwanan û Werzîşê bi hedefa çandina rihê werzîşê di ciwanan de û rakirina fikrên neyênî ku çeteyên DAIŞ’ê hewl daye li herêmê belav bike, pêk hat. Turnuva bi rêya lidarxistina maçên werzîşî yên footboolê, baskêtbool û çalakiyên dîtir ên ciwanan pêk hatin.

Di vê turnuvayê de ku ya yekemîn e, 6 tîmên ji dibistanên bajêr; dibistana Ebî Temam, Rafîqa, Buhturî, Tariq Bin Ziyad, Dibistana Fatme Zehra û Ebî Elaa El-Mierî hene.

Di vekirina turnuvayê de endamên Komîteya Fêrkirin û Perwerdê, hejmarek ji perwerdekarên baskêtboolê yên bajarê Reqayê û mamosteyên perwerdê yên werzîşê amade bûn.

Maçên îro bi serketina tîmên dibistanên Ebî Temam û Ebî Elaa El-Mierî bi dawî bûn.

(fr)

ANHA