‘Heta Ocalan azad bibe têkoşîn berdewam e’

Welatiyên ji pêkhateya Ereb ên kantona Şehbayê anî ziman ku hevgirtina gelan wê Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan têk bibe. Welatiyan got ew ê xeta têkoşînê berdewam bikin heta Ocalan azad bikin.

‘Heta Ocalan azad bibe têkoşîn berdewam e’
26 sibat, 2020   07:41
ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker hemû qanûnên navdewletî binpê dike û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan giran dike ku ev 21 sal e dîlgirtî ye.

Rêber Abdullah Ocalan 15‘ê Sibata 1999‘an bi Komployeke Navneteweyî li paytexta Kenyayê Naîrobiyê hate girtin û radestî dewleta Tirk hate kirin.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku Ocalan wek rêber ji xwe re girt, diyar dikin ku ew ê têkoşînê bidomînin heta Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê azad bibe û ramanên wî belav bibin.

Welatiyê bi navê Ziyad Eyhem ê ji pêkhateyê Ereb ê kantona Şehbayê Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Biratiya gelan û jiyana hevbeş a li kantona Şehbayê berhemên ramanên rêber Abdullah Ocalan in."

Ziyad destnîşan kir ku ramanên Ocalan banga rawestandina rijandinê xwînê dikin. Her wiha soz da ku ew ê fikr û felsefeya Ocalan li her deverê belav bike, bi vê yekê wê komplo têk biçe.

Leyla Seîd jî got: "Em jinên Ereb ên kantona Şehbayê bi fikra neteweya demokratîk a ku rêber Ocalan pêşkêş kiriye, girêdayî ne, tevî ku dewletên komploger gelek caran hewl da projeya neteweya demokratîk têk bibin, lê jin ji hemû pêkhateyan bi hevgirtina xwe karîbûn hemû hewldanan têk bibin."

Leyla soz da ku ew ê fikr û felsefeya Ocalan bişopîne û belav bike û got: "Bi belavkirina ramanên Ocalan dê komploya li dijî Ocalan têk biçe."

Jina bi navê Şukriya Hesen anî ziman ku hêzên komploger bi girtina Ocalan nikarîbûn armanca xwe ya tunekirina nasname û çanda Kurd bi cih bînin, karîbûn rêber Abdullah Ocalan bigirin lê nikarîbûn fikr û felsfeya wî ya banga demokrasî û biratiya gelan dikin, asteng bikin."

Şukriya di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê têkoşînê bidomînin heta rêber Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê azad bibe.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tP0Mpw7VADs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>