War on The Rocks: Vekişîna Amerîkayê û êrişên dewleta Tirk êrişên DAIŞ`ê zêdetir kirin

Malpereke Amerîkayê piştrast kir ku vekişandina hêzên Amerîkayê û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dewleta Tirk hişt êrişên DAIŞ`ê zêdetir bibin û niha jî gefan li ewlehiya herêmê dixwe.

War on The Rocks: Vekişîna Amerîkayê û êrişên dewleta Tirk êrişên DAIŞ`ê zêdetir kirin
24 sibat, 2020   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera ‘War on The Rocks’ gotarek têkildarî sûdwergitina DAIŞ`ê ji vekişandina hêzên Amerîkayê û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav kir.

Malperê ragihand ku piştî DAIŞ di baregehên dawîn ên li rojhilatê Sûriyê de têk çû, DAIŞ`ê stratejiya xwe guhert û niha jî gefan li ewlehiya herêmê dixwe. Malperê wiha da zanîn: "Ji ber vê yekê hem êrişên rûbirûbûyî derdikevin holê û hem ji wan rêzeteqîn, êrişên plankirî û paşê direvin, li gel operasyonên endamên rêxistinê pêk tînin derketin ."

Malperê eşkere kir ku QSD’ê li baregehên dawîn ên li Baxozê di têkbirina DAIŞ`ê de roleke sereke lîst, her wiha hewldana destpêkirina pêngavên têkoşîna li dijî terorîstan û sekinandina êrişên Tirkiyê yên li dijî herêmê dike.

Her wiha malperê diyar kir ku di encama derbasbûna dewleta Tirk ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û vekişandina hêzên Amerîkayê de, bi hezaran sivîl koçber bûn.

Malperê piştrast kir ku ji ber her du bûyeran (vekişîna Amerîkayê û êrişên artêşa Tirk a dagirker) careke din DAIŞ’ê gef li herêmê xwarin.

(eh)