Piştî axaftina Pûtîn û Erdogan... Rûsya bejahiyên Idlib û Helebê bi dijwarî bombebaran dike

Piştî çend saetan ji axaftina bi telefûnê ya Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan, vê sibehê balafirên Rûsyayê bejahiyên Idlib û Helebê bi dijwarî bombebaran dike.

Piştî axaftina Pûtîn û Erdogan... Rûsya bejahiyên Idlib û Helebê bi dijwarî bombebaran dike
22 sibat, 2020   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê(SOHR) daxuyand ku balafirên şer ên Rûsyayê vê sibehê herêmên Ihsem, Beyenîn, Fitêra, Ebîn, Bara, Serce yên Cebel El-Zawiyê yên başûrê bejahiyên Idlibê bi dijwarî bombebaran kirin, her wiha şeva din li herêma derdora Etarib a bejahiyên rojavayê Helebê jî bombebaran kir.

Di heman demê de jî hêzên rejîmê deverên Dêr Sibul, Kefir Nibul, Has û Besqila yên bejahiyên Idlibê, deverên Etarib û Daret Iza yên bejahiyên Helebê bombebaran kirin. Li aliyekî dîtir jî li derdora Nêreb a rojhilatê Idlibê şerê dualî di navbera hêzên rejîmê ji aliyekî ve, dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ji aliyekî din ve berdewam e.

Di encama serweriya hêzên rejîmê li herêmên fireh û kuştina leşkerên Tirk li wan herêman, duh her du serokan, Pûtîn û Erdogan piştî binketina 3 gerên ji diyalogên Rûsya-Tirkiyê der barê şerê li Idlibê de axivîn.

 (fr)