Êzidiyên koçber cejna Xidir Ilyas pîroz dikin û hêvî dikin Efrîn rizgar bibe

Êzidiyên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê koçberî Helebê bûne, cejna Xidir Ilyas li tevahiya êzidiyên li cîhanê pîroz kirin û gotin: “Cejna Xidir Ilyas cejna hêviyên ciwanan e. Hêviya ciwanên Êzidî jî  rizgarbûna Efrînê ye.”

20 sibat, 2020   07:19
HELEB-HENEN MIHEMED

Li gorî salnameya rojhilatî Pêncşema yekemîn ji meha Sibatê Êzidî cejna Xidir Ilyas pîroz dikin. Destpêkê 3 rojan rojî digirin û di wan rojan de nabe goşt bixwin.

Piştre Bêxwîn ji 7 danên bingehîn çêdikin; nîsk, nok, ceh, genim, baqil, garis û dendika berberû. Van danan bi hev re dibirêjin û piştre bi destarê destan dihêrin.

Êzidiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê cejna xwe ya Xidir Ilyas pîroz dikin.

Girêdayî wê jina bi navê Xatûn Cemo ya ji gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê cejna Xidir Ilyas li tevahiya civaka Êzidî pîroz kir û got: "Ev cejn ji bo me girîng e. Ji bo xêr û bereketê jinên ciwan  Bêxwîn ji danên bijartî çêdikin.  Beriya Efrîn were dagirkirin, civaka Êzîdî cejna Xidir Ilyas bi coş pîroz dikirin û Bêxwîn bi destar dihêran. Lê piştî dagirkirina Efrînê çêja cejnê cuda bû. Şênî êdî nikarin serdana gorên pîroz bikin.”   

Di dawiyê de Xatûn hêvî kir ku îsal vegerin warên xwe.

Ciwanê bi navê Mehmûd Ado cejna civaka Êzidî pîroz kir û got: "Ev cejn cejna hêviyên ciwanan e. Hêvî dikin Efrîn ji çeteyan rizgar bibe."

Endamê rêveber ê Mala Êzidî Hişam Ehmedo  got: "Piştî vekirina Mala Êzidî em cejna Xidir Ilyas li taxa Şêxmeqsûd pîroz dikin. Em tevahiya ayînên wê yên olî pêk tînin."

Ehmedo destnîşan kir ku ew kevneşopî û çanda xwe diparêzin û dê biparêzin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jdDdgzqx-pI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>