​​​​​​​Koçberên ji Efrînê: Em bi ku ve diçin jî topbaran li pey me ye

Koçberên Efrînê û şêniyên navçeya Şêrawa, binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî gundên navçeya Şêrewayê şermezar kirin û got “Em bi ku ve diçin, topbaran li pey me ye. Em bang li rêxistinên navdewletî dikin ku yekser dest di binpêkirinên dewleta Tirk werdin.”

​​​​​​​Koçberên ji Efrînê: Em bi ku ve diçin jî topbaran li pey me ye
20 sibat, 2020   08:26
EFRÎN-FÎRAS ÎBRAHÎM

Piştî rejîma Sûriyê li gelek eniyên bejahiya bakurê rojavayê Helebê pêşde çû, artêşa Tirk û çeteyên wê gundên navçeya Şêrewa û kantona Şehbayê kirin hedef. Bi dehan topavêj û hewan avêtin gundan. Artêşa Tirk gundên Aqîbê, Soxonakê, Başermê, Kindî, Mazin, Dêrcemal, navçeya Til Rifetê, Kefernayê û Ziyara topbaran kirin. Di encama topbaranê de milk û malên sivîlan wêran bûn.

Şêniyên Şêrawa bang li rêxistinên navdewletî û mafnas kir ku binpêkinên artêşa Tirk û çeteyên wê bisekinînin.

Welatiyê bi navê Deham Talib ji gundê Aqîbê yê navçeya Şêrewa ye. Deham Talib binpêkirinên rojane yên ku artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî gundên navçeya Şêrewayê pêk tînin, şermezar kir. Deham got: “Ji ber topbarana rojane jiyana bi hezaran koçberên ji Efrînê û şêniyên Şêrewayê di xeteriyê de ye. Ji ber topbaranê ziyanên madî çêdibin. Di heman demê de destpêka vê mehê di encama topbarana li dijî gundê Aqîbê de, welatiyê bi navê Elî Menlê şehîd bû û duh bi şev jî gundên navçeya Şêrewayê û gundên kantona Şehbayê bi dehan topavêj û moşekan hatin topbarankirin.”

Her wiha koçbera bi navê Arîn Osman axivî û got: “Di saetên derengiya şevê de artêşa Tirk û çeteyên xwe dest bi topbarana gundên navçeya Şêrawa dikin. Armanca topbaranê ew e ku gundan vala bikin û sivîlan koçber bikin.”

Arîn amaje bi berxwedana li gundên navçeya Şêrewayê û kantona Şehbayê tê meşandin kir û got: “Em ê  ta derxistina artêşa Tirk û çeteyên wê ji Efrînê û vegera koçberan li malên xwe, liber xwe bidin.”

Welatiyê bi navê Osman Osman jî axivî û wiha anî ziman: “Ji beriya çend salan ve artêşa Tirk em koçber kirine û hîn jî em bi ku ve herin topbaran li pey me ye.”

Osman bang li rêxistinên navdewletî û mafnas kir ku binpêkirinên artêşa Tirk ên li dijî gundên navçeya Şêrawa rawestînin. Osman wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Topbarana artêşa Tirk û komên çeteyan dê vîna me neşikîne, ji ber vîna me xurt e û dagirkerî çi dike bila bike em ê li navçeya Şêrewayê terka berxwedana xwe nekin.”

Her wiha kampa Ewdê ya koçberên Efrînê ku li gundê Ziyara ye, bû hedefa hovîtiya artêşa Tirk a dagirker.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ty8-8puzVjI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>