Ciwanên Helebê komploya navneteweyî şermezar kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi du daxuyaniyan komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Ciwanên Helebê komploya navneteweyî şermezar kir
Ciwanên Helebê komploya navneteweyî şermezar kir
Ciwanên Helebê komploya navneteweyî şermezar kir
Ciwanên Helebê komploya navneteweyî şermezar kir
Ciwanên Helebê komploya navneteweyî şermezar kir
17 sibat, 2020   18:28
HELEB

Bi boneya salvegera 21‘an a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî ya li dijî wî di girtîgeha Îmraliyê de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Tevgera Jinên Ciwan li qada Şehîd Destîna a taxa Şêxmeqsûdê hatin bav hev û du daxuyanî dan. Ciwanan li qadê navê "Apo" bi meşelayn nivîsandibûn.

Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê rêveberê tevgerê Kînan Betal û bi navê Tevgera Jinên Ciwan rêveber Emîna Ebdo daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyan de komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û tecrîda li dijî wî hatin şermezarkirin û hate gotin komhate gotin ku Ocalan ji bo rizgarkirina gelê xwe û hemû gelên herêmê ji dewletên dîktator ên kapîtalîst têdikoşe.

Her wiha hate gotin ku tevî tecrîda girankirî ya li dijî Ocalan lê nikarin têkoşîna wî bi dawî bikin û rê li ber fikir û felsefeya wî bigirin. Hate diyarkirin ku Ocalan girtîngeha Îmraliyê kir dibistanek zanist û fedekariyê.

Ciwanan di daxuyaniyê de soza mezinkirina têkoşînê ta azadkirina fîzîkî ya Ocalan û xurtkirina projeya netewa demokratîk dan.

ANHA