Xebatên Komîteya Enerjî ya Reqayê

Komîteya Enerjî û Pevgihandinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên xwe ji bo sererastkirina toreyên kehrebeyê li taxên bajarê Reqayê didomîne. Her wiha hewl dide bigihîne hinek taxên ku kehrebe lê tune ye.

Xebatên Komîteya Enerjî ya Reqayê
Xebatên Komîteya Enerjî ya Reqayê
Xebatên Komîteya Enerjî ya Reqayê
Xebatên Komîteya Enerjî ya Reqayê
Xebatên Komîteya Enerjî ya Reqayê
17 sibat, 2020   06:49
REQA-HEMED EL-MISTEFA

Komîteya Enerjî û Pevgihandinê ya Reqayê karên xwe di çarçoveya vegerandina kehrebeyê ji taxên bê kehrebe re didomîne. Bi taybet taxên li navenda bajêr.

Ji 4 mehan ve û heta niha Komîteyê kehrebe gihand hinek taxan di nav de El-Mişleb, El-Mixtelata li rojhilat,  El-Sibehiye, El-Cezra û El-Hesîwa li rojava. Zêdetirî nîvê taxa Rimêle li bakur rojhilatê bajêr.

Li bajarê Reqayê 6 stasyon hene jê 4 şaxî ne; Reqa 1, Reqa 2, Reqa 3 û Reqa 4 bi karîna 20 heya 60 mîgawat ji her yekê re. Du stasyonên sereke Firûsiye û El-Reîsiye yên ku kehrebeyê ji bendavên Firat û El-Hiriye tînin.

Stasyona Reqa 1 kehrebeyê dide rojhilatê gundewarê Reqayê heya bigihêje stasyona Mîlaj. Stasyona Reqa 2 kehrebeyê digihîne stasyonên avê li başûrê gundewarê Reqayê yên ku avê didin navenda bajêr. Stasyona Reqa 3 kehrebeyê dide stasyonên avê li bakurê gundewarê Reqayê û beşa bakurê bajêr. Stasyona Reqa 4 kehrebeyê dide taxên bajêr.

Çeteyên DAIŞ`ê mîna warên din warê kehrebeyê jî wêran kiribûn. Veguhêzên kehrebeyê û têlên kehrebeyê hemû talan kiribûn.

Stasyona El-Firûsiye, ya ku kehrebe dide stasyonên şaxî bi tamamî wêran bûbû. Piştî sereratkirinê ya ku heta niha berdewam e, tenê bi rêjeya ji sedî 50 xebitî.

Komîteya Enerjî û Pevgihandinê piştî avakirinê yekser hewl  da kehrebe bigihîne Reqa û gundewarên wê. Karê xwe ji gundewar destpê kir ji ber ku zirarên toreyê li wir kêm in. Komîteya di salekê de kehrebe gihand gundewar û taxên ku li jor hatine bibîrxistin.

Niha werşeyên sererastkirinê li taxên kehrebe tê de tune ye, toreyên sereke sererast dikin û stûnên nû datînin.

Komîteyê ji destpêka karê xwe piştî rizgarkirina bajêr destekê ji Meclisa Sivîl a Reqayê werdigire. Di vê dawiyê de meclisê piştî ku Buroya Lêkolînan, nirxandek jê re şand, budceya ji komîteyê re veqetandiye zêde kir.

Hevserokê Komîteya Enerjî û Pevgihandinê ya Reqayê Şêrgo Keco got: “Asta wêraniyê di warê kehrebeyê de çi li gundewarê yan jî li bajêr mezin bû. ji ber wê kehrebe dereng gihaşt taxên bajêr bi taybet beşa navend û rojava.”

Şêrgo Keco destnîşan kir ku lêçûna amadekirina toreya stasyona El-Firûsiye 3 milyon lîreyên Sûriyê. Tevî wê jî 13 navendên veguhêz li tevahiya taxên Reqayê vekirin.

Girêdayî projeyên komîteyê yên pêşerojê, Keco diyar kir ku komîteyê têkildarî jêderên kehrebeyê yên sereke ji bajêr ku kehrebeyê dide gundên El-Hemrat li rojhilat nirxandinên xwe amade kirine. Bi rêya dirêjkirina xetek din wê zext li ser xeta kevin sivik bibe.

Li gorî Keco ji bo gundewarê bakur, komîteyê wê jêderek kehrebeyê li gundê El-Esediye li bakurê Reqayê amade bike, ji bo ku zextê li ser xeta sereke ya ku kehrebeyê dide taxên bakurê bajêr sivik bike. Her wiha dê xetên di bin erdê re, toreyên pêwîst û navendên veguhêz ên nû ava bike heta ku stasyona El-Firûsiye û xeta 66 amade dibe.

Li gorî berpirsên xebatên Komîteya Enerjî û Pevgihandinê wan di sala borî de soz dabû ku wê kehrebe bigihêje temamiya bajêr, lê ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê karê wan rawestî. Bi taybet ji ber ku tevahiya rêxistinên ku desteka komîteyê dikirin karê xwe rawestandin.

(şx)

ANHA