Artêşa rejîmê bersiva êrişên balafirên keşfê da

Dezgehên çapemeniyê yên rejîmê ragihand ku hêzên wan bersiva êrişên ku bi 5 balafirên keşfê li ser parzûngeha Humis a Sûriyê da.

Artêşa rejîmê bersiva êrişên balafirên keşfê da
16 sibat, 2020   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

 

Ajansa Sana ya rejîma Sûriyê di vê derbarê de wiha da zanîn: "Artêşa Sûriyê 5 balafirên keşfê ku dixwest parzûngeha Humisê bikin hedef, rûxandin."

Baregehên rejîmê û Rûsyayê û di nav de baregeha Himemîm bi rêya balafirên keşfê dibin hedef. Rûsyayê diyar kiribû ku çavkaniyên êrişan, komên çete yên li Idlibê ne.

(bx)