Li taxa Kornîş a Qamişloyê pirsgirêka kehrebeyê

Ev 14 rojin ku kehrebe li taxa Kornîşa a bajarê Qamişloyê qut bûye. Sedema vê yekê pirsgirêkek di toreya kehrebê de ye. Her wiha jeneratora ku kehrebe dide taxê jî xirab bûye. Ji ber wê şêniyên taxê bi gilî û gazinc in. Piştî giliyên şêniyan komîna taxê soz da şêniyan ku pirsgirêkê di du rojan de çareser bike.

Li taxa Kornîş a Qamişloyê pirsgirêka kehrebeyê
Li taxa Kornîş a Qamişloyê pirsgirêka kehrebeyê
Li taxa Kornîş a Qamişloyê pirsgirêka kehrebeyê
Li taxa Kornîş a Qamişloyê pirsgirêka kehrebeyê
Li taxa Kornîş a Qamişloyê pirsgirêka kehrebeyê
16 sibat, 2020   08:07
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR-SÎMA BIROKÎ

Ev 14 roj in ku ji ber pirsgirêkek di toreya kehrebeyê de kehrebe li taxa Kornîş a bajarê Qamişloyê qut bûye. Ji ber ku pirsgirêk dubare dibin, şênî neçar man her yek jeneratorek ji mala xwe re bikire. Yan jî ampêran bibin.

Lê bi qutbûna kehrebeyê re jeneratora ampêran jî xirab bû. Ev 10 rojin qet kehrebe naçe ji şêniyan re.

Ji ber wê şêniyan li cem komîna taxê gilî kirin ku pêwîste jenerator sererast bibe û carek din bixebite. Heta ku pirsgirêka toreya kehrebeyê çareser bibe.

Şêniyê bi navê Nûrî Mexso destnîşan kir ku ev ne cara yekê ye jenerator xirab dibe û got: “Sedema pirsgirêkê jî kêmasiya komînê ye. Ji ber ku karên xwediyên jeneratoran naşopîne. Her çiqas jenerator xirab dibe, lê piştî sererastkirinê tenê du rojan dixebite û dîsa xirab dibe. Xwediyên jeneratoran hertim bihaneyan digerin. Yek ji vana jî tunebûna mazotê. Pirsgirêk dubare dibin. Lê diyar e ku xwediyên jeneratoran bi zanabûn pirsgirêkan derdixînin."

Şêniyê bi navê Izdîn Emîn got: "Ji 4 mehan ve me sûd ji vê jeneratorê nedîtiye. Tenê mehek kehrebe hebû. Jeneratorek din anîn lê tenê du roj xebitî. Xwediyê wê got pirsgirêk tê de çêbûye."

Emîn bang li komîna taxê kir ku mijarê bişopînin.

Girêdayî mijarê hevserokê Komîna Şehîd Mihemed, Ebdî Esad got: “Komîn hewl dide pirsgirêka jeneratorê çareser bike. Hinek parçeyên jeneratorê xirab bûne. Ev parçe li Qamişlo peyda nabin. Lê niha ew parçe me anîn û dê di 2 rojan de jenerator bixebite." 

Komîteya Jeneratoran a girêdayî Şaredariya Gel a Xerbiye diyar kir ku eger pirsgirêk çareser nebû, wê mudexele bikin, pirsgirêkê çareser bikin û azarên şêniyan bidawî bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/E5vMOXUpvzw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>