Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serldan kirin

Malbata Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo dîtina xizmên xwe careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serldan kirin
14 sibat, 2020   14:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêberê  Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn û keça wê Eylem Çetîn careke din bi rêya parêzerên xwe ji bo hevdîtinê serî li rayedaran dan.

Ji 12'ê Tebaxa 2019'an ve serlêdanên malbatan ên ji bo çûyîna Îmraliyê tên redkirin.