Berfê Rojavayê Kurdistanê pêçand

Şêniyên Rojava îro li bajar, navçe û gundan çavê xwe li berfê vekir. Ji 5 salan ve ev cara yekemîn e ev qas berf dibare. Her wiha pileya germahiyê gihaşt -4 dereceyan di bin sifirê re.

Berfê Rojavayê Kurdistanê pêçand
Berfê Rojavayê Kurdistanê pêçand
Berfê Rojavayê Kurdistanê pêçand
Berfê Rojavayê Kurdistanê pêçand
Berfê Rojavayê Kurdistanê pêçand
Berfê Rojavayê Kurdistanê pêçand
Berfê Rojavayê Kurdistanê pêçand
Berfê Rojavayê Kurdistanê pêçand
Berfê Rojavayê Kurdistanê pêçand
Berfê Rojavayê Kurdistanê pêçand
Berfê Rojavayê Kurdistanê pêçand
Berfê Rojavayê Kurdistanê pêçand
Berfê Rojavayê Kurdistanê pêçand
Berfê Rojavayê Kurdistanê pêçand
Berfê Rojavayê Kurdistanê pêçand
Berfê Rojavayê Kurdistanê pêçand
13 sibat, 2020   08:01
QAMIŞLO

Ji duh êvarê ve li gelek herêmên Rojava berf dibare. Ji gelek salan ve ev cara yekê ye ku berf wisa dibare. Ji ber barîna berfê gelek rê qut bûne. Hêzên trafîkê jî ajokar hişyar kirin ku di dema rêwîtiyê de hişyar bin.

Her wiha dikan li piraniya bajarên herêma Cizîrê hatin girtin. Trafîk li piraniya bajar û navçeyan ji ber ku berf zêde bariye, sekinî. Stûrahiya berfê li hinek bajaran gihaşt 15 cm’an.

Şêniyên herêma Cizîrê diyar dikin ku ji 16 salan ev cara yekemîn e berf ew qas zêde dibare.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê diyar kir ku tevahiya komîteyên şaredariyan û destwerdana lezgîn îza kirine da ku li ser karê xwe bin. Ji aliyekî din ve dibistan û saziyên din ên herêmê ji ber barîna berfê hatin girtin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Qof83JaRU_g" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>