​​​​​​​Ciwanên Efrînê: Me bi ciwanan dest pê kir û em ê bi ciwanan bi ser bikevin

Ciwanên herêma Efrînê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û wiha gotin: “Me bi ciwanan dest pê kir û em ê bi ciwanan bi ser bikevin. Em soz didin ku berxwedanê bidomînin.”

​​​​​​​Ciwanên Efrînê: Me bi ciwanan dest pê kir û em ê bi ciwanan bi ser bikevin
13 sibat, 2020   06:05
ŞEHBA-MIZGÎN HEMO

Bi rasthatina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdulah Ocalan ciwanên kantonên Efrînê û Şehbayê komplo şermezar kirin.

Yekîtiya Ciwanên Efrînê meşek li dar xistin û ajansa me nêrînên beşdaran girtin.

Endamê Yekîtiya Ciwanan Rêgaz Hemû wiha got: “Îro em ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan daketine qadan. Ev 21 sale e Rêbertî di girtîgehê de ye, komplo di kesayeta Rêbertî de gelê Kurd dike hedef. Em wekî ciwanên Efrînê, Rêbertî bingeha rêgeza jiyana me ye û wekî ku Rêbertî gotiye, me bi ciwanan dest pê kir û em ê bi ciwanan bi ser bikevin. Lewma em ê heta kêliya dawî li ber xwe bidin û azadiya Kurdistanê û gelê bindest misoger bikin.”

Her wiha Berfîn Bîlal jî axivî û got: “Îro em ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê daketine qadan. Armanca komploya li dijî Rêber tunekirina gelê Kurd e. Em ê bi saya çanda xwe pêş bikevin, ji bo parastina doza xwe em ê şopdarên fikirê Rêber Ocalan bin. Lewma ti hêzên cîhanê nikarin têkoşîna me bisekinînin.”

Ciwanê bi navê Mihemed El-Weys ku ji pêkhateya Ereb e derbarê komployê de  axivî û wiha got: “Komplo fikir û felsefeya Ocalan dike hedef. Ji ber fikir û felsefeya Rêbertî parastina gel û çarenûsa gelan dike.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vxkF3KdEiRQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>