Tirkiye destekê ji NATO`yê dixwaze

Wezîrê parastinê yê dewleta Tirk a dagirker Hulusî Akar bang li DYA û NATO`yê kir ku pêwîste rolên berbiçav girêdayî geşedanên li Idlibê bilîzin.

Tirkiye destekê ji NATO`yê dixwaze
12 sibat, 2020   17:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê parastinê yê dewleta Tirk a dagirker Hulusî Akar piştî civîna wezîrên parastinê yên NATO’yê bi  hempêşiyê xwe yê Amerîkayê Mark Esber re hevdîtin çêkir. Piştî wê jî daxuyanî da.

Akar got divê DYA û NATO rolên mezintir girêdayî pêşketinên dawîn li Idlibê bilîze.

Ev tişt piştî têkçûna danûstandinên Rûsya-Tirkiyê girêdayî Idlibê hat li gel nakokiya mezin di navbera hêzên rejîma Sûriyê û Tirkiyê de.

(şx)