Moskova: Ji ber ku Tirkiyê sozên xwe neanîn cih rewşa aloz bû

Wezareta derve ya Rûsya diyar kir ku Moskova diyar kir ku  ji ber Enqerê sozên xwe neanîn cih rewşa Idlibê aloz bûye.

Moskova: Ji ber ku Tirkiyê sozên xwe neanîn cih rewşa aloz bû
12 sibat, 2020   16:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka wezareta derve ya Rûsya Maria Zakharova di kongreyek çapemeniyê de got: "Ji ber ku Tirkiye sozên xwe li gorî muzekereya Soçî ya 17`ê Îlona 2018`an neanîn cih, rewşa li Idlibê aloz bûye."

Maria Zakharova wiha domand: "Erkên sereke ev in, kêmkirina asta tundiyê li ser erdê, dabînkirina ewlehiya leşkerên welatên misogerkerên aloziya Sûriyê li hundir û derveyî "Herêmên bêçek" û rê li pêşiya şerê çekdarî ya ku dibe di encama operasyonên leşkerî yên bê hiş de pêk werin, bigire."

Di wê demê de daxuyaniyên wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu bi gotinên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re nakok bûn. Çawîşoglu got welatê wî karê xwe bi Rûsyayê re li gorî lihevkirina Soçiyê didomîne. Da ku agirbestê li Idlibê bidin rûniştandin. Her wiha bal kişand ser ku lihevkirina Soçî ruxmî astengiyan berdewam e.

(şx)