NATO, li Iraqê erkên xwe berfireh dike

Sekreterê giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg got: “Wezîrên parastinê yên dewletên NATO`yê îro daxwaza serokê Amerîka Donald Trump ji bo ku NATO`yê erkên xwe yên perwerdekirinê li Iraqê fireh bike, erê kirin.”

NATO, li Iraqê erkên xwe berfireh dike
12 sibat, 2020   19:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg got: “Wezîrên parastinê yên dewletên NATO`yê îro daxwaza serokê Amerîka Donald Trump ji bo ku NATO`yê erkên xwe yên perwerdekirinê li Iraqê fireh bike, erê kirin.”Jens Stoltenberg di civîna çapemeniyê de, got: "Me îro rewşa Rojhilata Navîn û Bakurê Afîkayê nîqaş kir. Şer azaran tîne û ji bo me jî kêşe ye. Lewra NATO di dirêjahiya salên derbasbûyî de mudexeleya herêmê kir. Îro hevalbendan carek din piştgiriya xwe ji prosesa perwerdekirinê ya NATO`yê li Iraqê dubare kir. NATO`yê bi erêkirina hikumeta Iraqê û vexwendina wê li Bexdadê ye. Em ê li wir bimînin madem hikumet dihêle. Têkiliyên me bi hikumeta Iraqê re hene. Armanca me jî ew ku karînên hêzên Iraqê zêde bikin da ku tenê kar bikin."

Sekreterê giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg got: "Em ê li Iraqê bin, madem hebûna me cihê bixêrhatinê ye. Li ser bingeha şêwiriya bi hikumeta re em tevger dikin. Em hewl didin şêwirî û şîretan li wan bikin. "

Jens Stoltenberg ev tişt destnîşan kir: "Em piştgirî û desteka hêzên Iraqê dikin. Da ku bihêztir bibin û li hember DAIŞ`ê tê bikoşin. Ez bawer im ku hêzên Iraqê wê tîne cih. Tu planên me tune ne ji bo ku em li Bexdadê bimînin. Armanca ew e ku em teqez bibin ku hêzên Iraqê dikar xwe biparêzin."

(şx)