Li Şehbayê  komploya navneteweyî bi meşekî hat şermezarkirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê ya dagirkirî, ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşek orgenîze kir û bi sedan şêniyan bi yekdengî komplo şermezar kirin.

Li Şehbayê  komploya navneteweyî bi meşekî hat şermezarkirin
Li Şehbayê  komploya navneteweyî bi meşekî hat şermezarkirin
Li Şehbayê  komploya navneteweyî bi meşekî hat şermezarkirin
Li Şehbayê  komploya navneteweyî bi meşekî hat şermezarkirin
Li Şehbayê  komploya navneteweyî bi meşekî hat şermezarkirin
Li Şehbayê  komploya navneteweyî bi meşekî hat şermezarkirin
Li Şehbayê  komploya navneteweyî bi meşekî hat şermezarkirin
Li Şehbayê  komploya navneteweyî bi meşekî hat şermezarkirin
12 sibat, 2020   14:52
ŞEHBA

Rêber Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an di encama komploya navnetewî de hate girtin û radestî dewleta Tirk a dagirker kirin. Ji wê dîrokê heta niha gelê Kurd 15’ê Sibatê weke rojek reş binav dikin. Ji sala 2011’an ve jî dewleta dagirker tecrîdek giran li ser Ocalan ferz kiriye.

Bi vê boneyê li navenda navçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê meşek lidar ket.

Bi sedan şêniyên her du navçeyên Ehrez û Til Rifetê, malbatên şehîdan û Yekîtiya Ciwanan a herêma Efrînê tev li meşê bûn. Şêniyan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hildan.

Her wiha şêniyan cawên reş li eniyên xwe girêdan, bi vê yekê xwestin komploya navneteweyî şermezar bikin.

Şêniyan di nav kolanên navçeyê de geriyan û ber bi Goristana Şehîdên Serdemê ve meşiyan.

Li goristanê Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyanî da. Daxuyanî bi du zimanên Kurdî û Erebî hat dayîn. Avdar Daxaz bi zimanê Kurdî û Zekiye  Ismalîl jî bi zimanê Erebî daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“15`ê Sibatê salvegera 21`an a komploya navneteweyî li dijî Rêber Abdullah Ocalan e. Di encama wê komployê de Rêberê neteweya demokratîk dîl hat girtin. Komplogeran bi rêya komployê xwestin  gelê Kurd û tevahiya pêkhateyên  Kurdistanê yên azadîxwaz  qir bikin. Her wiha bi rêya hedefgirtina Rêber Ocalan fikr û vîna azad kirin hedef.

Dîlgirtina Rêber Ocalan û radestkirina wî ji dewleta Tirk a faşîst re îsbat dike ku dewletên navneteweyî şirîkên Tikriyê ne û li dijî vîna gelê Kurd in. Her wiha ev komplo teqez dike ku planek mezin li dijî herêmê heye ku hewl didin Rêber Ocalan ji çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn dûr bixin û projeyên xwe yên qirêj li  Rojhilata Navîn a nû pêk bînin.

Komploya navneteweyî hîna berdewam e. Êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dagirkirina wê, guhertina demografiya wê, girankirina tecrîdê, girtina perlamentar û rojnamevanan, serokên şaredariyan û erkdarkirina wekîlên nû ji hêla AKP`ê ve îsbata vê yekê ye.

Tecrîda ku li Rêber Ocalan hatiye ferzkirin, sûcek li dijî mirovahiyê ye. Ne pêkane em wê qebûl bikin ji ber ku ne tenê li girtîgeha Îmraliyê lê belê li Tirkiyê û Rojhilata Navîn hatiye ferzkirin.

Serok Apo kilîta çareserkirina tevahiya pirsgirêkên Tirkiyê, herêmê ye û bidawîkirina tevahiya nakokî û şerên li Rojhilata Navîn e. Ji bo çareseriya siyasî û demokratîk, divê dewleta Tirk û civaka tecrîdê bidawî bike û Rêber Ocalan serbest berde. Ji ber ku azadiya Ocalan azadiya tevahiya gelên têkoşer in.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan em komploya navneteweyî şermezar dikin û dubare dikin ku em şopdarên rêya şehîdan in. Em ê berxwedana xwe  heya rakirina tecrîdê û rizgarkirina Ocalan berdewam bikin.

Em bêdengiya rêxistinên navneteweyî û hiqûqî li hember komployê û girtekên tund li dijî Rêber Ocalan şermezar dikin. Em bang li wan dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin û tecrîdê bidawî bikin.”

Di dawiya meşê de şêniyan siloganên ‘Bê Serok Jiyan nabe’ berz kirin.

(şx)

ANHA