Buroya Enerjiyê: Ji ber pirsgirêkek fenî di bendava Firatê de kehrebeya Cizîrê qut bû

Buroya Enerjiyê û Pevgihandinê ya herêma Cizîrê destnîşan kir ku ji ber pirsgirêkek fenî di benda Firatê de xeta kehrebeyê ya di navbera Firatê û herêma Cizîrê de qut bû. Kehrebe wê qutkirî bimîne heya ku pirsgirêk çareser bibe.

Buroya Enerjiyê: Ji ber pirsgirêkek fenî di bendava Firatê de kehrebeya Cizîrê qut bû
12 sibat, 2020   15:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Enerjî û Pevgihandinê ya herêma Cizîrê di vî warî de belavokek belav kir û got:

`Em we agahdar dikin ku ji ber pirsgirêkek fenî di benda Firatê de xeta ku Firatê bi Hesekê ve girê dide di saet 13:30`an de çêbûye. Ji ber wê tevahiya stasyon bi rêya avahiya derxistinê ya Siweydeyê ya xetên av û aşan hatin xebitandin, heta ku pirsgirêk çareser bibe.`

(şx)

ANHA