ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11 -02-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11 -02-2020
11 sibat, 2020   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Însyatîfa parastina hiqûqî û komîteya belgekirina sûcên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd ku ji herêma Kurdistanê hatine têkildarî destpêkirina pêngava komkirina îmzeyan ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku dozên xwe yên der barê sûcên Tirkiyê radestî Dadgeha Cînayatan a Navnetewî bikin, kongreyeke çapemeniyê li kampa Waşûkanî lidar dixe, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mele Beşîr Newaf ku di salên 90’î de du caran bi Rêber Abdullah Ocalan re runiştiye, got: “Rêbertî digot; ‘di salên 90’î de jî dewleta Tirk  piştgiriya hin partiyên kurdî yên li Başûrê Kurdistanê dikir û nakokî di navbera partiyan de derdixist. Dîrok xwe dubare dike, Osmaniyan jî ji destpêka avakirina dewleta Tirk, li dijî Kurdan heman siyaset didan meşandin. Rêya azadiyê yekîtiye’.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberê ji Serêkaniyê diyar kir artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Menacîr ê Serêkaniyê 14 kes, ji eşîra Begara înfaz kirine. Koçber got: “Jin, zarok, mêr li qadekî kom kirin û ew înfaz kirin.”. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçberên Kampa Weşûkanî gotin: “Armanca artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê “Artêşa Watanî ya Sûriyê” ji dagirkirina bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, guhertina demografiya herêmê ye.  armanc dikin, demografiya herêmê biguherin. Em dixwazin ku çete ji warê me derkevin, da ku em vegerin warên xwe.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotin: “Komploya navneteweyî nikare rê li pêşiya belavbûna fikrê Rêber Abdullah Ocalan bigire. Komplo negihişt armanca xwe.” Şêniyên ji pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryan û Kurd, girêdayî komploya navnetewî û bandorên wê yên li ser herêmê, axivîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

-“Yek ji armanca Tirkiyê jî ew bû ku bi komployê Ocalan bike hincet da ku destwerdanê di Sûriyê de bike, lê Ocalan jî ji bo ku destwerdan li ser Sûriyê neyê kirin ji Sûriyê derket.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Saziya Karûbarên Olî yê Tebqayê Ednan Ilêwî got: “Erdogan, ola Îslamê ya dilovan ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne, sivîlan qetil dike û gel koçber dike. Erdogan dijminê ola Îslamê ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Her carê ku leylaneke din tê de li xwe derew kiriye beriya ku li kesên din derewan bike di asoyan de belî bike, dike gurmîn û kef dide. Ev ne tenê halê Erdogan e lê belê rewşa hemû kesên ku xewn û xeyalan tev li hev dikine. Kesên ku li xwe û kesên din, bi du mercikên tûj û navçalî dinêrin mîna ku ew navenda cîhanê ne. (BI WÊNE).

JIN

- Rêveberiya Zanîngeha Rojava Fakulteya Jineolojiyê bi fakulteyên Ziman û Zanistên Civakî ve girêdan. Li gel vê yekê pergala perwerdê pêş xistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi armanca pênaseya komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, Kongreya Star a şaxê Helebê du dewreyên perwerdeyê vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şaxê herêma Efrînê li gundê Til Qirah bi meşekê Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin, saet 13:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên gundewarê kantona Kobanê di nav amadekariyên mewsima çandiniyê ya havînê de, dest bi çandina şitlên şînkahiyên havînê kirin.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şaredariya Gel a navçeya Eşrîa du pir ava kirine ku gundên navçeyê bi hev ve girêdide. Niha jî amadekariyên avakirina du pirên din dike ku navçe bighîne Hesekê û gundên aliyê bakur. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA