Tabloyên azara gelan

Şêwekar Ebas Aşûr ji bajarê Reqayê ye û di tabloyên xwe de êş û azarên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan dide.

Tabloyên azara gelan
Tabloyên azara gelan
Tabloyên azara gelan
Tabloyên azara gelan
Tabloyên azara gelan
Tabloyên azara gelan
Tabloyên azara gelan
7 sibat, 2020   07:07
REQA-CEMAL MIHMED

Şêwekar Ebas Aşûr (40) ji bajarê Reqayê ye û derçûyiyê Navenda Çandê ye. Ji beriya 20 salan ve dest bi hunerê kiriye û bi gelek awayan tabloyan xêz dike. Ebas ji zaroktiya xwe ve şêwekariyê dike û piştî mîsogeriya ewlehiya bajarê Reqayê hunera xwe berdewam kir.

Ebas ji ber şerê li Sûriyê qewimî derdora 7 salan behreya xwe rawestand, lê piştî jiyan asayî bû ne tenê Ebas, şêwekarên din jî dest bi kar û xebata xwe ya hunerî kir.

Ajansa me hevpeyvînek bi şêwekar Ebas Aşûr re çêkir.

Ebas Aşûr got: “Ji destpêka êrişên artêşa Tirk ên li dijî xaka Sûriyê, şêniyan êş û azarên mezin kişandin. Lewma min xwest di tabloyên xwe de derbirînim.”

Şêwekar Ebas, têkiliya di navbera huner û berxwedanê de wiha vegot: “Em bi rîş û rengan li ber xwe didin û berxwedana li dijî artêşa Tirk di tabloyên xwe de diyar dibe. Tabloyên min bêhtir Berxwedana Rûmetê ya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî êrişên artêşa Tirk, vedibêjin.”

Ebas Aşûr xîtabî hempîşeyên  xwe yên li bajarê Reqayê kir û wiha got: “Ji erka me ye ku em berxwedana gelan, êş  û azara sivîl ji dest dagirkeran dikişînin, derxin pêş.”

Şêwekar Ebas Aşûr di dawiya axaftina xwe de banga yekitiya gelên Sûriyê li dijî êrişên artêşa Tirk kir û got: “Armanca dewleta Tirk qirkirina pêkhateyan e, li ser wê jî dixwaze Osmaniyan zindî bike.”

(eh)

ANHA