Li Kampa Weşûkanî şahiyek ji zarokan re hate lidarxistin

Komîteya Çand û Hunerê şaxê bajarê Hesekê bi koordîneya navenda Til Temirê şahiyek ji zarokên li Kampa Weşûkanî re li dar xistin.

Li Kampa Weşûkanî şahiyek ji zarokan re hate lidarxistin
Li Kampa Weşûkanî şahiyek ji zarokan re hate lidarxistin
Li Kampa Weşûkanî şahiyek ji zarokan re hate lidarxistin
Li Kampa Weşûkanî şahiyek ji zarokan re hate lidarxistin
Li Kampa Weşûkanî şahiyek ji zarokan re hate lidarxistin
Li Kampa Weşûkanî şahiyek ji zarokan re hate lidarxistin
Li Kampa Weşûkanî şahiyek ji zarokan re hate lidarxistin
6 sibat, 2020   15:06
HESEKÊ

Komîteya Çand û Hunerê şaxê Hesekê bi koordîneya Navenda Til Temirê şahiyek ji zarokên di Kampa Weşûkanî  de lidar xist.  Şahî bi armanca zarok kêfxweş bibin û asta azarên wan sivik bikin hate lidarxistin.

Bi sedan zarokên Kampa Weşûkanî tevî malbatên xwe, endamên saziyên sivîl tev li şahiyê bûn. Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê bi navê Meclisa Kantona Hesekê hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê Efaf Heskî axivî û got: "Wek Komîteya Çandê em li vir in ji bo ku moralên zarokan bilind bikin. desteka Berxwedana Rûmetê bikin û ji dijmin re îsbat bikin ku em bi çanda xwe ve girêdayî ne."

Efaf wiha domand: "Dijmin nikare me neçar bike ku em çand û şaristaniya xwe ji bîr bikin. Tevî siyaseta dewleta Tirk a faşîst û komployên navneteweyî em ê çanda xwe biparêzin û axa xwe bernadin. Şoreşa me pêş ket û bi saya fedekariyên şehîdan me destkeftî bidest xistin. Ew destkeftî fikrê neteweya demokratîk û biratiya gelan dan rûniştandin."

Piştre Koma Kulîlkên Til Temirê stranên gelêrî pêşkêş kirin. Helbestvan Cuma El-Xalid hinek helbestên girêdayî azarên koçberiyê vegotin. Her wiha helbestvan Ferhad Merdê bi berhemên xwe tev li şahiyê bû.

Şahî bi vegotina stranên gelêrî bidawî bû.

 (şx)

ANHA