Çeteyên Enqere bi dijwarî êrişî gundewarê Idlibê dikin

Komên çete bi desteka dewleta Tirk a dagirker êrişên giran dibin ser bajarokê Neyrebê yê rojhilatê Idlibê. Li deriyên têketina bajarokê Seraqibê şer didome.

 Çeteyên Enqere bi dijwarî êrişî gundewarê Idlibê dikin
6 sibat, 2020   14:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihad ku komên çete bi dijwarî êrişî bajarokê Neyrebê yê rojhilatê Idlibê dikin ku di demên dawî de hêzên rejîmê kontrol kirin.

SOHR, diyar kir ku çeteyên (Heyet Tehrîr El-Şam)bi wesayîteke bombebarkirî êrişî kirin. Hemwextî êrişî bejî li dijî nuqteyên rejîmê yên li herêmê pêk tînin. SOHR topbaran çeteyan a li ser eniy Dadîx şopandin.

Li deriyên têketina bajarê Seraqibê yê gundewarê Idlibê şer didome. Piştî çend saetan ji avakirina nuqteyeke çavdêriyê ya Tikriyê di hundirê bajarokê de balafirên hêzên rejîmê balafirgeha Teftenazê bombebaran kirin.