Meclisa Ewlehiyê civîneke awarte têkildarî Idlibê li dar dixe

Çavkaniyên dîplomatîk got Meclisa Ewlehiyê ya Navdewletî îro civîneke awarte ji bo nîqaşkirina geşedanên dawîn ên Ii Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li dar bixe.

Meclisa Ewlehiyê civîneke awarte têkildarî Idlibê li dar dixe
6 sibat, 2020   09:01
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyan ku îro li ser xwesteka DYA, Fransa û Brîtanyayê dê civîn were lidarxistin. Di civînê de nûnerê NY`yê yê Sûriyê Geir Pedersen dê rewşa li herêma Idlibê pêşkêş bike.

Sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres‏ roja sêşemê banga sekinandina şer di navbera Sûriyê û Tirkiyê de kir û got ew ji ber şer di nava metirsiyan de ye.

Rûsya û Çînê di aloziya Sûriyê de gelek caran bi rêya bikaranîna vetoyê biryarên şermezarkirina rejîma Sûriyê asteng kirin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîb Erdogan duh derfet heta dawiya meha sibatê da rejîma Sûriyê ku hêzên xwe ji derdora "nuqteya çavdêriyê" bikişîne.

Wezareta Karên Derve ya rejîma Sûriyê bersiva gefên Erdogan da û tekez kir ku ew derwan dike da ku komên terorîst biparêze.

(bx)