'Desthilatdaran texmîn dikir bi girtina Ocalan dê şoreşa Kurdan têk biçe lê tiştê çêbû berovajî bû'

Endamê Meclisa PYD`ê ya herêma Firatê Mustefa Ebdî got "Desthilatdaran dixwest bi girtina rêber Abdullah Ocalan serî ji laş qut bikin û armanc jî hedefgirtina gelê Kurd û daxwaza wî ya azadiyê bû lê belê tiştê çêbû berovajî bû."

'Desthilatdaran texmîn dikir bi girtina Ocalan dê şoreşa Kurdan têk biçe lê tiştê çêbû berovajî bû'
6 sibat, 2020   08:17
KOBANÊ-HÊZA HESEN

Bi boneya salvegera 21`an a komploya navdewletî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, endamê Meclisa PYD`ê ya herêma Firatê Mustefa Ebdî ji ajansa me re axivî.

Mustefa Ebdî got: "Hemû şoreşên kurdî wekî şoreşa Şêx Seîd, Qazî Mihemed, Mela Mistefa Barzanî û herî dawî jî şoreşa rêber Abdullah Ocalan, di dirêjahiya dîrokê de ji aliyê dewletên serdest ve rastî zordariyê hatin û di serî de jî dewleta Tirk. Armanc jî tunekirna hebûna gelê Kurd bû."

Ebdî  wiha dewam kir: "Hemû şoreşên ku radibûn, tenê di parçeyekî Kurdistanê de çêdibûn, lê belê şoreşa Ocalan belavî hemû parçeyên Kurdistanê bû. Ji ber vê yekê jî dijminên mirovahiyê dît ku Abdullah Ocalan li ser sîstema wan a ku li pêşberî gelên azadîxwaz dibe asteng, xetere ye."

PIŞTÎ BELAVBÛNA ŞOREŞÊ LI DIJÎ OCALAN DEWLETAN KOMPLO ÇÊKIR

Musfeta Ebdî diyar kir ku hêzên desthilatdar texmîn dikir ku bi girtina Ocalan di sala 1999`an de dê şoreşa Kurdan wekî hemû şoreşên beriya xwe, bi dawî bibe û wiha domand: "Lê tiştê çêbû berovajî bû, fikrên rêber Ocalan bi awayekî lez di nava gelê Kurd de belav bûn. Di heman demê de, gelek ciwan tev li şoreşê bûn da ku rêya têkoşînê ya ku rêber Ocalan li dijî dijminên gelê Kurd dabû destpêkirin, dewam bikin."

Endamê Meclisa PYD`ê bi bîr xist ku ji girtina rêber Ocalan, gelê Kurd li ser hizr û fikra wî dimîne, heta roja îro ku di şoreşa Rojava de projeya neteweya demokratîk çêbû û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat.

Mustefa Ebdî da zanîn ku komploya navneteweyî di kesayeta rêber Ocalan de li ser gelê Kurd dewam dike û wiha bi dawî kir: "Di serî de dewleta Tirk û hemû komploger êrişên xwe dewam dikin da ku gelê Kurd tune bikin û projeya neteweya demokratîk ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, têk bibin."

(kc)

ANHA

  <iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2Mi5G_1akPU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>