Rejîma Sûriyê bersiva êrişên Îsraîlê da

Rejîma Sûriyê ragihand ku şevê din di saetên derengiya şevê de bersiva êrişên moşekên Îsraîlê  ku derdora Şamê û herêma başûr kiribû hedef, da.

Rejîma Sûriyê bersiva êrişên Îsraîlê da
6 sibat, 2020   07:55
NAVENDA- NÛÇEYAN

Ajansa Sana ya ser bi rejîma Sûriyê ve wiha ragihand: "Sîstema me ya hewayî di saetên derengiya şevê de bersiva êrişên moşekên Îsraîlê  ku derdora Şam û herêma başûr kiribûn hedef, da. Piraniya moşekan beriya bigihîjin armancên xwe, hatin xistin."

Navenda Çavdêriyê Mafên Mirovan a Sûriyê jî ragihand ku herî kêm 3 navendên rejîmê û hêzên Îranê li derdora Şam û rojavayê wê bûn hedef û ji ber wê jî agir bi navendekê ket.

(bx)